Bayik: Ger hikûmet pêngavê navêje dê pêvajo bê rawestandin
Bayik: Ger hikûmet pêngavê navêje dê pêvajo bê rawestandin
Bayik: Ger hikûmet pêngavê navêje dê pêvajo bê rawestandin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, diyar kir ku di rewşa ku hikûmet di 1’ê îlonê de pêngavê neavêje dê pêvajoyê bidin rawestindin, ji hêdîkirina vekişîna gerîlayan bigirin heta serhildanan dê her rêbazê bikin dewrê.
Ji heyeta Aqilmendan Celalettîn Can, demek berê çû Qendîlê û bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik re hevdîtin pêk anî. Der barê hevdîtinan de ji rojnameya Tarafê bi Mert Eskîsindi re axivî.
Li gorî vegotinên Celaletîn Can, Cemîl Bayik diyar kirin ku hikûmeta AKP’ê di 2012’an de hewldaye PKK’ê tasfiye bike, lê bi ser neketiye û wan jî di sala 2013’an de amadekariyên gelek cidî kirine û li aliyê Tirkiyeyê ku bajar jî di nav de ji bo encamê bigirin, amadekariya derbkirinê kirine.
BÊBAWERÎ ZÊDE BÛ
Bayik diyar kir ku ev amadekariyên ku kirine, piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destê aştiyê dirêj kiriye û Erdogan jî destê wî kiriye, rawestandine û wiha got: “Biryara agirbestê, berdana dîlgirtiyan, vekişîna gerîlayan û her wiha pêvajo hêj didome. Lê ji ber ku tiştên rojevî û dîrokî bêbaweriya siyasî û civakî heye. Ji ber vê jî pêngav divê ne yek alî bin. Lê ji ber ku hikûmetê sozên dan neanî cih, bê bawerî zêde bû.
EM DIXWAZIN AKP’Ê BIŞÎNIN NAVA DEMOKRASIYÊ
Bayik destnîşan kir ku 8 komîsyonên ku Ocalan xwestiye divê heta 15’ê cotmehê bê avakirin û ger ev neyê kirin, wisa xuyaye ku ev pêvajo bi giştî lîstikeke û dixwazin me tasfiye bikin.
Bayik wiha got: “Ocalan pêşniyara avakirina 8 komîsyonan kir. Ev komîsyona hiqûqê, ya civakî-aborî, ya Misak-î Netewî, ya Azadiya Jinê, ya Ekolojiyê, ya Civaka Sivîl, ya Ewlehiyê û Komîsyona Şopandin û Lêkolîna Heqîqetê bû.
Daxwaz kir ku der barê avakirian komîsyonan de di 1’ê îlonê de daxuyanî bên dayîn û heta 15’ê cotmehê jî komîsyon bên avakirin. Em niha li bendê ne. Ger vê nekin em wisa difikirin ku ev pêvajo bi gitşî tasfiyeye û lîstike. Em dixwazin pirsgirêka kurd bi siyasetê çareser bibe. em dixwzin AKP’ê bikişînin nava demokrasiyê. Nîqaşa vê mijarê ya ji aliyê civakê ve hêviyê dide me.
EMÊ PÊVAJOYÊ BIDIN RAWESTANDIN
Bayik der barê ku di 1’ê îlonê de daxuyanî neyê dayîn de jî wiha got: “Emê pêvajoyê bidin rawestandin. Ji hêdîkirina vekişîna gerîlayan bigirin, heta serhildanan a li her bajarê Trikiyeyê, ji rawestandina pêvajoyê bigire heta meşandina siyaseta li dijî polîtîkayên AKP’ê dê ji aliyê me ve rêbaz bên pêşxistin.
EM TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ NIHA NAFIKIRIN
Em niha têkoşîna çekdarî nafikirin. Ni serê me tiştek wisa nîne lê xwedî hêzeke mezin ya ku dikarin her tiştî bikene. Emê pêvajoyê bidin rawestandin.
Bayik da zanîn ku daxuyaniyên ji aliyê PKK’ê ve tên dayîn wek şantajê dibînin û got: “Hewcedariya me bi şantajê nîne. Em li pişt gotinên xwe ne. Em tevgereke wisane. Em her tim ji bo her tiştî amade ne. Ger niha Ocalan ji pêvajoyê vekişe ne diyare dê çi bibe.