Bayik: Divê Kongreya Netewî demokratîk be
Bayik: Divê Kongreya Netewî demokratîk be
Bayik: Divê Kongreya Netewî demokratîk be
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, da zanîn ku astengiya li pêş nepêkhatina Kongreya Netewî a Kurd, neqebûlkirina KDP’ê ya pergala hevserokatiyê û israra wekhev a hejmara delegeyên başûr û bakûrê Kurdistanê ye. Bayik got kongre divê ne bi ferzkirinan bi esasên demokratîk pêk were.
Bayik ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û der barê nîqaşên çima kongreya Netewî a Kurd pêk nayê de axivî. Bayik got divê kongre li gorî modela demokratîk bicive û got ev platform li ser partiyane û divê hemû alî bi awayekî demokratîk bên îfadekirin.
Bayik diyar kir ku dema amadekariya kongreyê de di nîqaşên hate kirin de KDP’ê pergala hevserokatiyê qebûl nekir û di pergala serokatiyê de israr kir û her wiha gotiye ku bila hejmara delegeyên bakur û başûrê Kurdistanê wek hev be. Bayik wiha pê de çû: “ mantikek wisa tune. Ev adîlane nabe. Me got bila hemû biryar bi matabakatekê bê girtin. Me ne got bila piranî be. Ger wisa be çima hejmara deleyan bi yên bakur re wekhev tê xwestin. Demek di vir de hesabên cuda hene. Ev ne tiştên rastin. Binêrin di esasê de kesên naxwazin kongre pêk were heyen. Hêzên navnetewî, herêmî û kurd têde hene. Dibêjin ger dibe bila ya min bibe, an jî qet nebe. Nêzîkatî eve.”
Bayik di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku dema pêkanîna kongreyek bi vî rengî hatiye û wiha pê de çû: “Pêngaveke ku dereng mayiye. Me jib o kongreyeke wisa hewldanên mezin dan. Ji vir şûnde jî dê wisa be. Ber ku berjwendiyên gelê kurd û Rojhilata Navîn vê dixwze. Ne tenê berjewendiyên krudan yên hemû Rojhilatê navîne. Em dixwazin bi serkeftî pêk were. Ji ber ku pirsgirêka herî mezin ya Rojhilata navîne. Esasê şere. Heta ev pirsgirêk çareser nebe, şer naqede.
Îro Kurdistan li çar parçeyan hatiye veqetandin. Bê guman ev wan eleqeder dike. Ji ber vê geşedanên ku Rojhilata Navîn ji nêzve eleqeder dike ye. Kurdan bi têkoşîna ku dan hatine astekê û bûne hêza herî sereke ya Rojhilata Navîn. Dixwazin statuya nû li gorî Kurdan pêş bikeve. Divê kurd hem pirsgirêka xwe çareser bikin û hem jî pirsgirêkên ku çavkaniya wan dewlet û gelên cîrane çareser bike. Divê kongre ji vê re xizmetê bike. Ger kongre di vê esasê de pêk were, dê wê demê ji çareseriyê re jî xizmetê bike.
Dê ji çareseriya prisgirêka demokrasî û azadiyê re xizmetê bike. Divê kurd di vir de pêşengiyê bike. Aştî, azadî û wekhevî di vê esasê de pêk tê.
Li Rojhilata Navîn hêza herî amade, hêza herî mezin tevgera PKK’ê ye. Carekê ev rastiyeke; Her tişt ji zihniyetê tê qezecn kirin û tê wendakirin. Zihniyeteke rast serkeftinê tîne. Ya şaş têkçûnê tîne. Îro zîhniyeta ku rêber Apo pêş dixe yanî îdeolojî û felsefeya daniye holê ya herî mezin a cîhanê ye. Ger ev nêrîn baş bê bikaranîn dê qelsiya Rojhilata Navîn ji holê rabe. Dikare têkoşînek rast bê meşandin. Armancên xwe pêk tînin.
Hat xwestin ku Kongreya Netewî di vê hawirê de pêk were û tevgera me girîngî da vê. Ev ne tenê bo kurdan û hemû gelê Rojhilata Navîn girîng dît. Ji ber çareseriya pirsgirêka kurd, çareseriya pirsgirêka gelên Rojhilata Navîne. Rastiyeke wisa ya vê kongreyê heye. Ji ber vê me girîngî da kongreyê. Ev nabe kongreya partiyekê. Ne kongreya PKK, ya KDP’ê û ne jî ya yekê din. Biryara partiyekê nabe biryarên kongreyeke netewî. Navê wê li ser e Kongreya Netewî. Divê hemû gelê kurd bihundirîne. Divê biryar di vê esasê de derkevin holê.
Divê ev kongre bi modeleke demokratîk pêk were. Divê biryar bi terzeke demokratîk bên dayîn. Divê kongre bi temamî stratejiya demokrasiyê esas bigire. Ji ber ku kurd bi vê stratejiyê dikarin pirsgirêka xwe çareser bikin, ji komkujiyan rizgar bibin û azad bibin. Divê ev kongre pirsgirêkên nû dernexîne holê. Ji xwe bi kurdan re pirsgirêk hene. Civakek hatiye parçekirinê ye. Ji ber vê pirsgirêkên wê girane.
Li aliyê din rêxistin, îdeolojî û terzên cuda yên siyasetê cuda nêzî pirsgirêkê dibin. Dîsa hewldanan hêzên mêtînger ya ku hewl didin pêşî li çareseriya pirsgirêka kurd bigirin hene. Bi taybet li dijî kurdên azad hewldaneke mezin heye. Ji ber vê mudaxale li dijî vê kongreyê hene. Dibêjin ger kongre pêk tê bila, aliyên derdora me tê de hebin. Dibêjin ger derkevin derveyê vê çarçoveyê em qebûl nakin. Yek ji van KDP ye. KDP dixwaze li gorî wê pêk were. Lê em vê kongreyê ji bo ku Tirkiye, Îran û Amerîkayê kêfxweş bikin pêk naynin. Em li gorî wan pêk naynin. Em dixwazin kongre ji gelê herêmê û gelê kurd re xizmetê bike. Daxwaza PKK’ê eve.
*biryar divê ne biryarên partiyekê be. Ger ev biyar ji aliyê rêxistinekê neyê qebûlkirin divê neynin rojeva kongreyê. Divê biryara kongreyê hebe. Divê di kongreyê de tiştekî wekê kêmar û piranî tunebe. Divê biyar bi mutabakatê bê girtin. divê hemû civak li ber çavan bê girtin û ev biryar bên dayîn.
*Divê modela demokratîk hebe. Divê hevserokatî hebe. Dema hevserokatî hebe divê yek ji parçeyekê yê din ji parçeyekê nebe. divê serdestiya parçeyekê tunebe. An jî divê vegerin pergala hevserokatiyê. Mînak yekitiya Ewropayê heye. 6 mehan carê diguhere. Dibe ku bi kurdan re ji 6 mehan zutir pêk ere. Salek dibe, du sal dibe. Lê bila dorveger be. Bila demokratîk be.
Lê KDP îtîraz dike. Di serokatiyê de israr dike. Dixwaze bialal hejmara delegeyên bakur û başûr wekhev be. Mantikek vê tune. Ev edeleta wê tune. Em dixwazin hemû biryar bi mutabakatekê bê girtin. Me negot bila piranî be. Ger wisa be çima dixwazin hejmara delegeyan bila bi yên Bakur re wekhev be. Demek di vir de hesabek heye. Ev ne tiştên raste. Kesên ku naxwazin ev kongre pêk were hene. Hêzên navnetewî, herêmî û kurd hene. Dibêjin ger pêk were bila wek min be. Nêzîkatî eve. Em jî qebûl nakin. Bila kongre ji gelê kurd re xizmetê bike. Bila tevlibûn berfireh be. Biyar bi mutabakatê bên girtin. her kes wekheve.”
Bayik di dawiya axaftina xwe da diyar kir ku komîteyeke amadekariyê hatibû avakirin û di vê komîteyê de sekreteriya ji 3 kesî pêk dihat hat avakirin. Sekreterya dixebitî. Pêşnûmeya biryarê ya kongreyê dê bihata amadekriin. Şeklê wê yê dawî dê bibirana Komîteya Amadekar. Piştî erêkirinê dê bişandana Kongreyê. Ev mekanîzma heta demê xebitî. Heta hilbijartinên Başûr. Hilbijartin ketin rojevê mekanîzma rawestiyan. Sedem hilbijartin hat nîşandan. Sedem ne ew bû. Sedem ev ku Kongre li gorî terza hêzan nemeşiya. Ev ji aliyê hêzan ve bi xeter hat dîtin. Ev ji hewldanên wan yên bi xeter pêk hat.
Bê guman em vê rewşê qebûl nakin, em rast nabînin. Em dê hewldanan bidin. Bila rayagiştî jî vê bizane.”