Bayik: Divê çep hembêza xwe ji hemû hêzên li dijî sîstemê veke

Bayik: Divê çep hembêza xwe ji hemû hêzên li dijî sîstemê veke

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku li Tirkiyê derdoreke gelekî berfireh heye ku ji sîstemê bêzar e û got, "Divê HDP tevahiya hêzên demokrasî û derdorên ji sîstemê bêzarin, bigire nava xwe."

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji rojnameya Ozgur Gundemê re axivî, kongreya HDP'ê silav kir û got, "Ez ji hemû hevalên kongreyeke bi vî rengî pêkanîne, silav û rêzên xwe pêşkêş dikim. Her mirovên divê de xwedî ked e, pîroz dikim. Bi rastî jî ji bo gelên me kongreyeke bi vî rengî diviyabû. Kongreyeke derengmayî ye. Diviyabû zûdeyî bihata kirin."

HDP JI BER PÊWISTIYA GELAN DERKET HOLÊ

Bayik ragihand ku HDP ji ber pêwistiya gelan derket holê û got, "Ez bi bawerim ku dê ji vê pêwistiyê re bersiv were dayîn. Em bi rastî jî dixwazin bi gelên Tirkiyê re têkoşînekê bimeşînin. Ev yek ne rewşeke ku em niha datînin pêşiya xwe ye, hînê di rêxistinbûyîna xwe ya destpêkê, di koma xwe ya li Enqereyê de me hewl dan bi gelê Tirkiyê re têkoşîneke hevpar bimeşînin. Ji wê rojê heta îro, ji bo em bi gelên Tirkiyê re bibin yek, bi hev re têkoşînê bimeşînin, derfetên xwe parve bikin û di vî warî de barê dikeve ser milê xwe hilgirin, em ketin nava tevgerê."

Bayik di dewama axaftina xwe de got, "Pêkhatina kongreyeke bi vî rengî, fêmkirina vê peyama Rêber Apo û radestgirtina vê mîrateyê, coşeke mezin dide mirovan. Heyecaneke mezin dide. Weke rêveberekî vê tevgerê, ji avabûna partiyeke bi vî rengî li Tirkiyê, gelekî serbilind im. Çi ji destê me were emê hewl bidin hemû berpirsyariyên xwe yên ji me tên xwestin, di vî warî de bi zêdehî bicih bînin. Bi hêsanî dikarim soza vê bidim."

DERDOREK GELEK BERFIREH HEYE KU JI SÎSTEMÊ BÊZAR E

Bayik bendewariyên ji vê tevgerê jî wiha rêz kir: "Daxwaziyeke min a bi tenê ji hevalên ev tevger ava kirine, heye. Divê wan nêzîkatiyên berê yên teng çareser bikin. Divê hîn bêtir hembêza xwe vekin. Pêwîste vê tevgerê bi tenê bi çepgiriyê sînorkirî nehêlin. Pêwîste derdorên demokrasiyê, derdoren misilmanên demokrat bigire nava xwe. Li Tirkiyê gelek derdor hene ku ji sîstemê bêzar in. Gele nirxên mezin ên têkoşîna bihurî afirandiye, hene. Potansiyeleke mezin a demokrasiyê heye. Ev yek hinekî belawela ye. Hêza wê dernakeve holê. Bi vê partîbûnê re, divê ev belawelî komî ser hev bibe, hêza vî gelî, hêza tevgera demokrasiyê were nîşandan. Di Parka Gezî de pratîkeke baş hat nîşandan. Dikarim bêjim ku çepa li Tirkiyê yekemcar derfet û bingehek ku karibe têgihiştian serdestan a der heqê xwe de bişkîne, afirandiye. Misilmanên antî-kapîtalîst parast. Ev gelekî girîng bû. Bi dîtina min divê çep vê têgihiştinê berfireh bike. Hîn bêtir hembêza xwe veke. Hemû hêzên demokrasiyê, her kesên ji sîstemê bêzar in, bigire nava xwe. Eger çep ruhê Parka Gezî bimeşîne, mezin bike, dê bi rastî jî serketî bibe. Potansiyela demokrasiyê ya li Tirkiyê gelekî xurt e. Eger bi vê têgihiştin û rêbazê rêxistinbûyîn û têkoşîn were meşandin, dê serketî be."

KONGREYA ÎSLAMÎ YA DEMOKRATÎK

Bayik pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Kongreya Îslamî Demokratîk" a li Amedê nirxand û got, "Ev pêşniyara Rêber Apo gelekî watedar e. Çima? Ji ber ku stratejiyeke NATO li holê heye; stratejiya Îslama siyasî. NATO dixwaze bi vê stratejiyê re sîstema modernîst a kapîtalîst, hegemonya wê serdest bike. Bi taybetî dixwaze vê yekê li Rojhilata Navîn serdest bike. Şerê Sêyemîn ê Cîhanê yê li Rojhilata Navîn bi vê stratejiyê dimeşîne, lê belê vê stratejiyê derbek mezin xwar. Bi taybetî vê bûyerên li Misrê nîşan da ku ev stratejîk ewçend bi hêsanî pêk nayê. Lê belê NATO di vê de biryardar e. Di çarçovey vê stratejiyê de desthilatdariyên neteweperest ên ku bi xwe anîbû ser desthilatdariyê ji holê radike. Di şûna wan de hewl dide desthilatdarên oldar ên neteweperest bîne ser kar, lê belê vê yekê jî di pratîkê d eti encam bi xwe re neanî. Ji vê herî zêde kê sûd wergirt? Rêxistinbûyîna El Qaîde. Ji pêvajoya "Bihara Ereb" herî zêde El Qaîdeyê sûd wergirt. Ev yek her diçe xetere dibe û her kes vê dibîne. Herî zêde jî DYE û Ewropiyên ji sîstema modernîst a kapîtalîst re pêşeniyê dikin vê xeteriyê dibînin, lê nizanin ka çawa ji nav derkevin. Di nava lêgerînekê de ne. Di demeke bi vî rengî de Rêber Apo pêşniyara konferanseke bi vî rengî kir, gelekî watedar e. Divê ev stratejî were pûçkirin. Ev stratejiyeke gelekî xetereye ji bo gelan. Li ser navê Îslamê hovîtiyek tê kirin. Divê ev yek baş were fêmkirin û bi gelan were vegotin. Di Îslamiyetê de demokratîkbûyîn çawa dikare pêk were. Di bin navê Îslamiyetê de, aliyên ne demokratîk, aliyên xizmetî azadî û gelan nakin, tê nîşandan. Behsa Îslama siyasî tê kirin. Bi vê konferansê re pêwîste ev mijar were nirxandin. Ji ber vê yekê her kes girîngiyê dide vê pêşniyarê."