Bayik: Alternatîfa ji bo desthilatdariyê bi nêzîkatiya rast a li pirsgirêka Kurd dibe

Cemîl Bayik anî ziman ku li Tirkiyeyê di nava partiyên siyasî de nêzîkatiya pragmatîk a li Kurdan û pirsgirêka Kurd ji holê nehatiye rakirin û got, bi nêzîkatiya rast a li pirsgirêka Kurd dikarin bibin alternatîf ji desthilatdariyê re.

CEMÎL BAYIK

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di hevpeyvîna taybet a ji bo ANF'ê de li ser mijara muxalefeta li Tirkiyeyê û nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd axivî. Beşa sêyemîn a hevpeyvîna bi Cemîl Bayik re hate kirin bi vî rengî ye:

Li aliyekî siyaseta qirkirinê li dijî Kurdan dewam dike, li aliyê din daxuyaniyên Bahçelî yên derbarê pirsgirêka Kurd de hene. Bi vê yekê re siyaseta Tirkiyeyê ya derbarê pirsgirêka Kurd de gihiştiye kîjan astê? Li gorî we nêrîna li hemberî pirsgirêkê ya partiyên desthilatdar, muxalefet û bi taybetî jî ya CHP’ê guherî ye?

Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê ye. Eger ev pirsgirêk çareser bibe, wê pêşketinên mezin li Tirkiyeyê çêbibe, eger çareser nebe jî wê bibe astengiya herî mezin. Di rewşa heyî de pirsgirêka Kurd ji bo Tirkiyeyê kelema herî mezin e. Ji ber ku nêzîkatiya dewletê ya ji bo çareseriya pirsgirêkê heta niha pêş neketiye. Înkar û îmha weke yekane rêbaz dihat bikaranîn. Diyar e ku ev rêbaz pirsgirêk hîn kûrtir dike û Tirkiyeyê dixe nava aloziyên mezintir. Lê tevî ev yek tê zanîn jî di qirkirina Kurd de israr tê kirin. Helbet têkiliyeke wê ya kûr bi zîhnîyetê re heye. Li aliyê din jî komên ku li ser neçareserkirina pirsgirêka Kurd hebûna xwe ava dikin, siyasetê dikin û mal û milk ji xwe re çêdikin, hene. Ev alî jî di nava dewletê de bi cih bûne.

Eger pirsgirêka Kurd ewqas kûr bûye û nayê çareserkirin, bêguman berpirsiyariya sereke siyaset e. Siyaseta li Tirkiyeyê negihîştiye wê astê ku pirsgirêkan çareser bike, rêbazan bi pêş bixîne û pêşketinê biafirîne. Feraseteke ku ne civak navend be, dewlet navenda siyasetê ye, dewam kiriye. Îdeolojiya netewe-dewletê ya neteweperestî û yekperestî, siyaseta Tirkiyeyê paşverû û bêbandor kiriye. Li Tirkiyeyê rastiyeke siyasî ya wisa heye ku pirsgirêkeke mezin a mîna pirsgirêka Kurd jî bi hemû aliyên wê napejirîne. Dema em ji rabirdûyê heta roja me ya îro dinêrin, dibînin ku di siyaseta Tirkiyeyê de zêde guhertin çênebûye. Lê mirov dikare bibêje di civaka Tirkiyeyê de hin guhertin çêbûne. Tevî hemû operasyonên şerê taybet ê faşîzan, guhertinek di civaka Tirkiyeyê de pêk tê. Bi taybetî têkoşîn û paradîgmaya me bandoreke girîng li civaka Tirkiyeyê dike. Dîsa li gel van hemû operasyonên dezenformasyon û ferasetê jî pêşketinên li Rojava bandorê li civaka Tirkiyeyê jî dike. Her wiha divê behsa tevkariya siyaseta demokratîk bê kirin. Di vî alî de civaka Tirkiyeyê li pêşiya siyasetê ye. Ev yek paradokseke cidî ye. Rewşeke ku bi rastiya siyasetê re dijber be û berovajî be heye. Di rastiyê de diviya siyaset li pêş ba.

Di nêzîkatiya desthilatdariyê de ti guhertin nîne. Berovajî vê yekê, desthilatdariya AKP-MHP'ê hewl dide polîtîkaya qirkirinê kûrtir bike û bigihîne encamekê. Nîşaneya herî şênber a vê yekê jî nêzîkatiya desthilatdariyê ya li hemberî Rojava ye. Dema ku ev rastî tên jiyîn, li ser gotinên Devlet Bahçelî, nêzîkatiya weke guhertina siyasî heye nirxandin, gelek xelet e. Niha pêvajoyeke ku şerê taybet lê serdest e, heye. Nêzîkatiya dewlet û desthilatdariyê ya li Rêber Apo û pirsgirêka Kurd, ji konsepta şerê taybet wêdetir derneketiye. Ji ber vê yekê nêzîkatiyeke nû ya li hemberî pirsgirêka Kurd ji aliyê dewlet û desthilatdariyê ve nehatiye pêşxistin.

Divê muxalefet di aliyê siyasî de, rast nêzî pirsgirêka Kurd bibe û ev yek girîng e. Eger tê xwestin li Tirkiyeyê siyaset bê kirin, eger wê xwe li hemberî desthilatdariyê weke alternatîfek bibîne, ev yek tenê bi rast nêzîkbûna li pirsgirêka Kurd û parastina çareseriya demokratîk a ji bo pirsgirêka Kurd pêkan e. Eger muxalefeta li Tirkiyeyê nikare siyaseteke alternatîf li dijî desthilatdariyê bi pêş bixe, sedema vê yekê ew e ku bi rengekî rast nêzî pirsgirêka Kurd nabe. Eger siyaseta alternatîf parastin û têkoşîna ji bo rêgezên demokratîk be, li Tirkiyeyê rêya vê ew e ku bi awayekî rast nêzî pirsgirêka Kurd bibe û parastina çareseriya pirsgirêka Kurd, bike. Di demên dawî de tê dîtin ku hin aliyên muxalîf li gorî berê nêzîkatiyên erênîtir bi pêş xistine. Her çiqas ev erênî be jî hîn nêzîkatiyek hevgirtî, bi biryar û li ser esasê çareseriyê bi pêş neketiye. Bi giştî di nava partiyên siyasî de nêzîkatiyên pragmatîk ên li hemberî Kurdan û pirsgirêka Kurd nehatine derbaskirin. Zîhniyeta neteweperestî, yekperestî li ser siyasetê bi bandor e. Ev yek jî nahêle rast nêzîkatî li hemberî pirsgirêka Kurd çêbibe û helwesta ji bo çareseriyê asteng dike. 

Ji bo siyaseta Tirkiyeyê ji bin bandora zîhniyeta neteweperestî, yekperestî û dewletperestî derkeve û li ser bingeha nêzîkatiyeke ku rastiya civakî li ber çavan bigire, têkoşînek siyaseta demokratîk heye. Mirov dikare bibêje ku ev yek bi taybetî li ser aliyên muxalîf hin encaman bi xwe re tîne. Weke berê HDP'ê û niha jî DEM Partiyê hem di aliyê têkoşîna xwe ya siyasî hem jî stratejiya siyasî ya tê meşandin de bandorê li partiyên muxalîf ên li Tirkiyeyê dike. Herî dawî di hilbijartinên xwecihî de rêbaza lihevkirina bajêr hatibû pêkanîn û encamên erênî bi xwe re anî. Ev nêzîkatiyên ku ji aliyê siyaseta demokratîk ve hatine pêşxistin bandorê li şêwaz û siyaseta partiyên muxalif dike.

Di hilbijartina herî dawî de CHP bibû partiya yekem. Ji ber ku di hilbijartinê de weke partiya yekem hat hilbijartin, wê demê divê ji bo çareseriya pirsgirêkan herî zêde ew berpirsyariyê bigire ser milê xwe. Civaka Tirkiyeyê bendewariyên xwe yên ji CHP'ê eşkere daniye holê. CHP’ê kir partiya yekemîn û jê xwest ku pirsgirêkên heyî çareser bike. Eger CHP li ser bingeha vê berpirsyariyê tevbigere, wê hîn bêhtir destekê ji civakê bigire. Li gorî vê yekê, pirsgirêka Kurd bingeha hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye, paşeroja CHP’ê wê bi nêzîkatiya xwe ya li pirsgirêka Kurd diyar bibe. Eger mîna berê pirsgirêka Kurd bê piştguhkirin û çareseriya demokratîk esas neyê girtin û bifikire ku dikare li Tirkiyeyê pirsgirêkên heyî çareser bike, xwe xapandine. Di vê rewşê de ne pêkane ku CHP yan jî partiyeke din a muxalîf ti pêşketineke çêbikin. Rêveberên CHP’ê yên nû li hemberî çareseriya pirsgirêka Kurd nêzîkatiyek erênî raber dikin. Li gorî berê mirov dikare bibêje cudahiya nêzîkatiyê heye. Ya girîng ew e ku di bernameyeke demokratîk de bê meşandin e.

Piştî hilbijartinên xwecihî bi encam bûn, polîtîkayê qeyûm xistin meriyetê. Polîtîkayê qeyûm û girtina hevşaredaran vê carê di nava şaredariyên CHP’ê de jî belav bû. Gelo zîhniyeta qeyûm tenê desteserkirina şaredariyan e, divê qeyûm çawa were fêmkirin û li dijî vê zîhniyetê têkoşîneke çawa bê meşandin?

Tayînkirina qeyûman, tê çi wateyê mijareke ku gelek tê nîqaşkirine. Ya girîng li dijî wê bûyîna xwedî helwest û têkoşîn kirine. Helbet qeyûm ne tenê desteserkirina şaredariyan e. Bi qeyûm re îradeya gel tê desteserkirin. Niha li Tirkiyeyê sîstemek û rêveberiyeke ku îradeya gel di nav de nîne, heye. Ji ber vê yekê ne rewaye û ne demokratîk e. Dewlet bi tayînkirina qeyûman li hemberî şaredariyan re, ji kar derxistina peywirdarên bijartî, girtin û hepskirina wan, binpêkirina demokrasiyê ye. Ev pêkanîn karê desthilatdariya AKP-MHP'ê ye. Bi desthilatdariya AKP-MHP'ê re şopa demokrasiya temsîlî ku jê re demokrasiya bûrjûva tê gotin, jî nemaye. 

Li hemberî şaredariyên CHP'yî pêkanîna qeyûman ji aliyekî ve feraseta desthilatdariyê radixe pêş çavan û li aliyê din jî nîşan dide ku dixwaze eyar bide CHP’ê. Bi vê yekê re CHP’ê tê tirsandin û gef lê tê xwarin ku dest ji têkiliya xwe ya bi DEM Partiyê re berde. Ji ber ku desthilatdariya AKP-MHP'ê dibîne ku mûxalefeteke ku bi Kurdan û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê re di nava têkiliyê de ye wê bibe alternatîfek li dijî wê û jê ditirse. Bi pêkanîna qeyûm re dixwaze pêşî liv ê xeteriyê bigire.

Bêguman pêkanîna qeyûman, pêkanîneke bê encam e. Siyaseteke têk çûyî ye. Di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de gel bersiva pêwîst da qeyûm û xwediyên vê zîhniyetê. Bi gotina gel, qeyûm hatine şandin. Lê belê dewlet û desthilatdarî ji ber ku di qirkirina Kurdan de israr dikin, dest ji vê berneda. Sedema bingehîn tayînkirina qeyûmên ku ji aliyê gel ve hatine şandin, ev e. Ji ber vê yekê, her kesên li dijî pêkanîna qeyûm derdikevin, divê beriya her tiştî bi rengekî hevgirtî, bi biryar û wêrek nêzî pirsgirêka Kurd bibin. Li Tirkiyeyê derbaskirina zîhniyeta yekperestî, otoriter, paşverû û pêşxistina demokratîkbûnê tenê bi xwedîderketina li çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk, pêkan e. Heta ku ji vê rastiyê dûr bikeve, wê zîhniyeta yekperestî, otorîter û paşverû gav bi gav di nava tevahiya civak û siyaseta Tirkiyeyê de belav bibe û bifetisîne. Tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên CHP'yî, vê rastiyê bi rengekî vekirî radixe pêş çavan.

Li aliyê din, bi pêkanîna qeyûman re desthilatdariya AKP-MHP'ê hewl dide tola hilbijartinên xwecihî hilîne. Bi vê yekê re eşkere gel ceza dike. Di vê rewşê de mirov dikare bêje sûc kiriye. Civaka Tirkiyeyê bi taybetî jî gelê Kurd vê rastiyê dibînin û li dijî vê nerazîbûnên xwe raber dikin. Civak ji pêkanîna qeyûm û vê nêzîkatiya desthilatdariya AKP-MHP'ê gelekî bi hêrs e. Hewl dide vê nerazîbûna xwe nîşan jî bide. Lê belê divê ev nerazîbûna civakê bê birêxistinkirin û derbasî çalakiyê bibe. Di mînaka Wanê de hatiye dîtin ku dema xwedî lê tê derketin û pêşengtî tê kirin, nerazîbûneke tund derdikeve holê û desthilatdariyê neçar dike ku paşve gavê bavêje. Di vî alî de divê xwedîderketin û helwesteke xurttir hebe. 

Li gel êrîşên qirkirina siyasî, êrîşên şerê taybet ên li dijî civaka Kurd, ciwan û jinan dewam dikin. Lê belê tevî vê yekê jî civaka Kurd, jin û ciwan dadikevin kolanan û nerazîbûnên xwe nîşan didin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê di sala 2024'an de li hemberî gelên Kurdistanê konsepteke çawa meşand? Li dijî vê divê gelê Kurd xwedî nêzîkatiyeke çawa û berxwedaneke çawa be?

Bi Plana Êrîşê ya Hilweşandinê re qirkirina gelê Kurd hat armanckirin. Armanc ew bû ku hemû navendên berxwedanê yên civakê tine bikin û qirkirinê pêk bînin. Ji bo ev plan bi ser bikeve, ji aliyekî ve li dijî tevger û gerîla êrîşên tinekirinê hatin kirin, li aliyê din hiqûq û qanûn piştguh kirin û bi tundiyeke dijwartir ku salên bihurî derbas dike êrîşê gelê Kurd kirin. Li aliyekî ve jî tundiya fîzîkî ya tund hat pêşxistin. Tayînkirina qeyûman, binçavkirin, girtin, zext, êşkence, înfaz û her cure gef ji bo çavtirsandina civakê hatin pêkanîn. Êrîşên li hemberî xwezaya Kurdistanê divê di çarçoveya tundiya fîzîkî de bên nirxandin. Li ser xwezaya Kurdistanê êrîşeke bêsînor heye û ev êrîş di çarçoveya qirkirina Kurdan de ye. Bi vê yekê re erdnîgariya Kurdistanê hem tê talankirin, hem jî tînin rewşeke wiha ku mirov lê jiyan nekin. Li aliyê din bi şerê psîkolojîk re armanc kir ku civakê di hundir de birizîne. Ji bo xistina civakê her rêbazê mîna narkotîk, fûhûş û sîxuriyê pêş xist. Bi rêbazên wiha qirêj ên taybet re hewl hate dayîn ku jin û ciwanên Kurd werin xistin. Hewl dan jin û ciwanan bixînin, bêbandor bikin û bi vê yekê re armanc kirin civakê birizînin. Her wiha di vê çarçoveyê de xebatên avakirina dezenformasyon û têgihiştinê yên li ser gel hatin zêdekirin. Avaniyên paramîlîter, tarîkatên sîxûrên hevkar, mafya, JÎTEM, rêxistinên kontra, îtîrafkar, leşker û polîs ên taybet, MÎT û avaniyên din ku wê vî şerê taybet ê psîkolojîk bixin pratîkê, derbasî Kurdistanê kirin. Siyaseteke dijwar ku salên 90’î derbas dike, pêkanîn. Bi van hemû êrîşên fîzîkî û psîkolojîk re hewl hat dayîn gelê Kurd teslîm bigirin. Bêguman ev polîtîka bi ser neket û dewletê encama dixwest bi dest nexistin. Gelê Kurd dest ji sekna xwe ya têkoşîn, welatparêzî û azadiyê berneda. Heta li dijî wê têkoşîn hîn bêhtir mezin kiriye. Bi Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî re têkoşîna xwe bêhtir ji tevahiya cîhanê re ragihandiye û bêhtir destek ji gelên cîhanê û jinan wergirtiye. Lê belê divê em zanibin ku dijminê li pêşberî me dest ji siyaseta xwe ya tinekirinê bernedaye, ji bo me tine bike êrîşên xwe yên şerê taybet ên fîzîkî û psîkolojîk didomîne. Dîsa divê em bizanin ku êrîşên şerê taybet ên psîkolojîk ji êrîşên fîzîkî hê girantir in. Ji bo vê jî dijmin giranî dide ser şerê taybet. Bi zanebûna vê yekê, pêwîste li dijî polîtîkayên şerê taybet ên dijmin hîn bêhtir hişyarbûn û hewldanên rêxistinbûyînê werin pêşxistin.

Ji ber li gelemperiya cîhanê meyla şer, tundî û otorîteriyê zêde bûye, rê li ber krîza sîstemê vekiriye. Krîza modernîteya kapîtalîst bandorê li civakên ku teşe kiriye jî dike. Jin ji vê krîzê çawa bandor dibin? Têkiliya zêdebûna tundiya li hemberî jinê bi krîza sîstemê re çi ye? Berxwedana jinan a li dijî modernîteya kapîtalîst bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” asteke gerdûnî bi dest xist, ev yek tê çi wateyê?

Dibe ku têkiliyek di navbera berfirehbûna krîzê û mezinbûna tundiya giştî, bi tundiya li ser jinan bi taybetî hebe. Lê belê sîstema modernîteya kapîtalîst ji xwe sîstemeke ku pirsgirêkan, zextan, îstîsmar û tundiyê derdixîne holê. Dîsa di avaniya giştî ya sîstemê de krîz heye. Ji ber vê yekê divê tenê di halê wê ya krîzê de neyê destgirtin û nirxandin. Li aliyê din, sîstema modernîteya kapîtalîst sîstema ku zîhniyeta bi serdestiya mêr herî zêde kûr dike ye. Ji ber vê yekê sîstema ku herî zêde li dijî jinê ye. Ji ber van sedeman têkoşîna herî mezin ji aliyê jinan ve li dijî sîstemê tê dayîn. 

Helbet dema ku mijar tundiya li ser jinê be divê em sîstemê rexne bikin û mehkûm bikin. Lê belê divê em zanibin ku ev tundî bi rêyê mêr li dijî jinê tê meşandin e. Her cureyê tundiya li dijî jinê ji aliyê mêran ve tê kirin. Di vî alî de divê mêr ewil xwe lêpirsîn bike û rast bike. Pirsgirêka azadiya jinê ne tenê pirsgirêka jinê ye. Di heman demê de pirsgirêka guhertina mêr e. Ji xwe yê ku vê pirsgirêkê ava dike mêr e. Bi gotineke din, zîhniyet û çanda bi serdestiya mêr e. Ji vî alî ve girîng e mêr pirsgirêka azadiyê çareser bikin û nêzîkatiyeke rast nîşan bidin. Eger em ê azadîxwaz bin, bibin mirov, baş bin, divê ewil em li ser bingeha xeta azadiya jinê xwe lêpirsîn bikin û sererast bikin. Heta ku em vê nekin, tenê sîstemê lêpirsîn bikin, rexne bikin û weke çavkaniya pirsgirêka nîşan bidin, wê wateyek çêneke. Sîstem li ser me çawa hebûna xwe ava dike, di bingeh de divê em vê rastiyê lêpirsîn bikin. Eger em vê yekê bikin û derbas bikin em dikarin azad bibin û bi jinê re hevdîtinek rast bi ser bixînin.

Têkoşîna jinan a ku berfireh dibe girîng e. Çareseriya pirsgirêka azadiyê, bi azadiya jinê re pêkan e. Bi têkoşîna azadiya jinê re ne tenê jin azad dibe, civak giştî azad dibe. Di vî alî de divê em hemû bi têkoşîna azadiya jinê re di nava hevgirtinê de bin, tevlî vê têkoşînê bibin û piştgiriyê bidin.

Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye sembola dirûşmeya têkoşîna li dijî modernîteya kapîtalîst. Ev yek girîng e û bi wate ye. Rêber Apo, nirxekî mezin da jinan û azadiya jinê. Ji bo azadiya jinê kedeke mezin raber kir. Girêdana mezin a di navbera jin û jiyanê de dît û diyar kir ku divê jiyan li gorî wê bê avakirin. Azadî jî mîna tevlîbûna li vê jiyanê û pêşxistina wê ji nû ve pênase kir. Li ser vê bingehê azadiya jinê weke pêngav û şerta ewil girt destan. Hemû qalibên ji ber zîhniyeta serdestiya mêr şikand. Li şûna qalibên dogmatîk ên serdest û şêwazên wê yên jiyanê, pîvanên azadiyê û têgihiştina jiyana azad a bi jinê re pêş xist. Ji ber hezkirina xwe ya li hemberî jinê û girêdana xwe ya ji bo jin û jiyanê, li ser xeta azadiya jinê lêhûrbû. Di encama van lêhûrbûnan de çarçoveyeke teorî pêş xist. Çarçoveya teorik a ku ji aliyê Rêber Apo ve hat pêşxistin hêzek mezin da têkoşîna azadiya jinê. Li beramberî vê em dibînin ku jin xwedî li Rêber Apo derdikevin û vê yekê teqdîr kirin.

Jinên Kurdistanê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de, bi polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk û komên hevkar-paşverû re rû bir û ne. Jinên Kurdistanî hem ji ber Kurd in û hem jî ji ber jin in rastî êrîşeke sistematîk tên. Li dijî vê jin bi xweparastinê re li ber xwe didin. Sala 2024’an ji bo jinên Kurdistanî çawa derbas bû? Jinên ku di şoreşê de rola pêşengiyê ya stratejîk dileyzin, li dijî êrîşên heyî divê çawa têbikoş in?

Helbet divê bersiva van pirsan ji aliyê hevrêyên jin ve werin dayîn. Dikarim vê yekê diyar bikim ku hêza jinê gelek mezin e. Sîstema modernîteya kapîtalîst û mêtingeriya qirker çima ewqas jinê hedef digire, ji ber ku jin xwedî hêza avakirinê ye, xwedî hêza xistina pratîkê û azadikirinê ye. Tirsa ji ber vê yekê, hêrs û êrîşên li dijî jinê zêde dike.

Tevahî dewlet û bi taybetî jî dewleta Tirk ji her demê bêhtir li dijî ciwanên Kurdistanê rêbazên şerê taybet di aliyê fîzîkî, ruhî, hestî, fikrî û psikolojîk û hwd. de pêk tîne. Rewşa ciwanên Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê û dervî welat çawa ye? Bi taybetî di sala 2024’an de rastî êrîş û gefên çawa hatin?

Heman êrîşên li ser jinê li dijî ciwanan jî tê meşandin. Ev yek ji ber wê yekê ye ku ciwan jî mîna jinê dînamîka bingehîn a civakê ye. Hêzên desthilatdar di dirêjiya dîroka xwe de ji bo ciwanan zeft bikin û kontrol bikin, her tim di nava fealiyetê de bûn. Ji ber ku dizanin tenê bi zext û tundiyê nikarin ciwanan kontrol bikin, serî li rê û rêbazên cuda dan. Rêbaza bingehîn a ku serdestan her tim bi kar anîn,  bi zîhniyeta ciwanan lîstin û bi xwe ve dayîna girêdan e. Bi vî awayî armanc hem wan ji rewşa xeterîbûnê derxistin û hem jî ji hêz û enerjiya wan sûd werdigire. Sûdwergirtina ji enerjî û hêza ciwanan bû yek ji mijarên herî girîng ên sîstemên serdest. Sîstemên desthilatdar di wê ferqê de ne ku heta enerjî û hêza ciwanan îstîsmar nekin, ne pêkane ku bikaribin ser piyan bimînin û çerxa mêtingeriyê bizivirînin.

Di sîstema modernîteya kapîtalîst de bi giranî hewl tê dayîn ku ciwan di aliyê ajo de bên xistin û konrolkirin. Bi taybetî di qonaxa civaka serfkariyê de bêhtir pêşketina ferdperestiyê, li hemberî wê hilweşîna avadaniya exlaqî û manewiyatê, lêgerîna wateyê bi temamî bi çûk dîtin û pêşkêşkirina madiyatê weke yekane nirx, li ser ciwanan encamên gelekî hilweşîner bi xwe re tîne. Eger em tenê zirara ku sîstema modernîteya kapîtalîst di ciwanan de çêkiriye bibînin, wê demê em dikarin nebaşî û bêesilkirin û xistina ku ji aliyê sîstemê tê kirin, bi awayekî eşkere fêm bikin.

Dewleta Tirk a qirker a mêtinger, bi sûdwergirtina ji bandorên neyînî yên jiyana modernîst a kapîtalîst li ser civak û ciwanan û bi rêbazên şerê taybet vê yekê hîn kûrtir dike, hewl dide ciwanên Kurd ji têkoşîn, welatparêzî, civak û jiyanê qut bike. Bi vî awayî rê li ber êrîşên qirkirinê yên li dijî civakê vedike. Li aliyê din bi vê yekê re bi siberoja civakê re dilîze. Ji ber ku siberoja civakekê ciwanên wê civakê ye. Siberoja civakekî ku ciwanên wê ji rastiya xwe dûr ketibe, çênabe. Dewleta Tirk dixwaze van encaman di civaka Kurd de pêk bîne.

Dijmin ji aliyekî ve bi rêbazên şerê taybet hewl dide ciwanên Kurd biçûk bixîne, wan ji têkoşînê û gel dûr bixîne û li aliyê din jî dixwaze ciwanan ji Kurdistanê derxîne û vê yekê ferz dike. Ji bo ku ev pêk were ji hêlekê ve zextan zêde dike û ji hêla din ve jî ji aliyê aborî ve bêçare dihêle û bi vî awayî hewl dide ji Kurdistanê derxîne û berê wan dide dervî welat. Ev rêbazeke şerê taybet e û di çarçoveya qirkirina Kurdan de ye. Li parçeyên din jî ji bo ev yek pêk were fealiyetên dewleta Tirk hene. Ciwanên ku berê xwe dan derveyî welat, ji xwe bi êrîşên tinekirinê, xistinê û bêesilkirinê ya jiyana modernîst a kapîtalîst re rû bi rû ne. Divê ciwanên Kurdistanê li dijî vê polîtîkaya modernîteya kapîtalîst û dijminê mêtinger-qirker bên zanekirin, rêxistinkirin û berê wan bidin welêt û têkoşînê. Bi pêkanîna vê re, divê planên dijmin vala bên derxistin.

PKK’ê weke tevgereke ciwan ava bû. Rêber Apo dibêje, “Me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî bi serkev in.” Li ser bingeha vê mîsyonê, rola pêşengiya stratejîk a ciwanên Kurdistanê di warê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de di çi astê de ye? Rêxistinbûna di qada civakî de di çi astê de ye? Li dijî êrîşan di aliyê xweparastinê de xwedî erkên çawa ne? Perspektîfa têkoşînê ya sala nû divê çawa be?

Tevgera me weke tevgereke ciwanan ava bû û vî ruhî parast. Bi vî ruhî re têkoşînê xurt kir, ewqas pêşketin çêkir û heta roja îro hat. Niha jî em di vê xetê de têdikoş in û pêşketinê çêdikin. Dirûşma Rêber Apo ya "Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin" ji bo tevgera me xeta îdeolojîk îfade dike. Ne pênaseyek rêxistinî yê teng û polîtîk e, pênaseyeke îdeolojîk e. Dema tê gotin ciwantî ruhek e, tenê behsa dînamîzma ciwanan nayê kirin. Di heman demê de behsa ciwanên ku xwe ji qirêjiya sîstemê, têkiliyên semyanî parastine, cewhera xwe paqij hiştine û xwedî sekneke azadiyê ne. Eger tevgera me cewhera xwe ya şoreşgerî her tim bi pêş xistiye û parastiye, eger her tim di azadiyê de kûr bûye, encama ruhê wê yê ciwantiyê ye.

Di hemû qadên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û geşedanên hatine afirandin de, di asta pêşengiyê de rola ciwanên Kurdistanê çêbûye. Jixwe gerîla weke tevgereke ciwanan ava bûye û ev wiha dewam dike. Li aliyê din Rêber Apo weke pêşengê paradîgmayê, ciwan û jin diyar kir. Ji vî alî ve di dema 3’yemîn a Partîbûnê de, berpirsyariya ciwanên Kurdistanê hîn zêdetir bûye. Dema 3’yemîn a Partîbûnê dema avakirinê ye. Di nava rêxistinbûna konfederalîzma demokratîk de, avakirina jiyana komunal a demokratîk e. Li ser vî bingehî perwerdekirin û rêxistinkirina civakê ye. Dîsa pêşxistina xweparastina civakê ye. Madem ku bêyî xweparastinê avakirin pêk nayê, wê demê hem ji bo pûçkirina êrîşa dijmin hem jî ji bo parastina civaka rêxistinkirî roleke mezin dikeve ser milê ciwanan. Dema êrîşên dijmin ên li ser Kurdistanê tên dîqetkirin, ji bo gelê Kurd xweparastin pir girîng e. Ji vî alî ve wezîfeya herî lezgîn e. Dîsa êrîş û planên dewleta Tirk a qirker û mêtinger ên li ser Rojava, li holê ne. Li dijî vê banga seferberiyê ya ciwanan çêbû. Helbet ev helwesteke di cih de bû. Ciwanên Kurdistanê divê li ser bingehê Şerê Gel ê Şoreşgerî ji bo Şoreşa Rojava seferber bibin. Weke hêza herî birêxistinkirî divê beşdarî şerê parastina şoreşê bibe. Divê ji bo tevlîbûna gel a ji şerê xweparastinê re, xebat bike û têkildarî vê yekê gel perwerde bike û rêxistin bike. Perwerdekirin, rêxistinkirin û pêşxistina xweparastinê sê wezîfeyên dema 3’yemîn a Partîbûnê ne. Ciwanên Kurdistanê ji bo bi cih anîna van sê wezîfeyên esas, divê bi rola pêşengiyê rabin. Divê vê berpirsyariya dîrokî bi cih bîne û serketina dîrokî pêk bîne.

Li dijî şerê taybet ê dijmin jî, divê rêxistinên ciwanan xwe perwerde bikin û rêxistin bikin, divê şerê taybet fêm bikin. Bi rê û rêbazên dewlemend xwe bigihînin girseyên berfireh ên ciwanan û ciwanan li dijî şerê taybet perwerde û bi zane bikin. Dîsa li dijî êrîşên şerê taybet divê civakê jî perwerde û bi zane bike. Li aliyê din divê li dijî êrîşên taybet ên psîkolojîk ên dijmin, nerazîbûna di nava civakê de pêş bixin û civakê bixin nava liv û tevgerê. Dijmin bêyî ku ti qanûn û hiqûqê nas bike, bi rêbazên şerê qirêj 24 saetan êrîşî civakê dike, hewl dide nirxên civakê biçûk bixe, civakê bêzane û bêîrade bihêle. Li dijî vê divê ciwan civakê bixin nava liv û tevgerê û bikin ku civak li dijî êrîşên şerê taybet nerazîbûnê nîşan bide. Mesele li dijî qeyûm divê ciwan helwestek hîn zelal û xurttir nîşan bidin. Heta ku dewlet ber bi paşve gav bavêje, divê ciwan qet nesekinin û di nava çalakiyan de bin. Bi çalakiya xwe civakê jî bixin nava liv û tevgerê. Eger dijmin bêyî ku ti hiqûq û qanûnê nas bike îradeya gel desteser bike, her cure nerazîbûn û çalakiya li dijî vê rewa ye û pêwîst e. Dîsa divê ciwan li dijî şebekeyên tiryak, fûhûş û sîxuriyê xwedî helwest bin. Divê ev şebekeyên qirêj ên djmin, nekevin Kurdistanê.