Baydemîr: Em ne yek in, nabin yek
Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr di çarçoveya kampanyaya referandûmê de axivî û got: “Em paket ne dermane ferman e. Wê bibe yek ziman, yek gel, yek şef. Em ne yekin? Gelek in, em danakevin yekê.”
Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr di çarçoveya kampanyaya referandûmê de axivî û got: “Em paket ne dermane ferman e. Wê bibe yek ziman, yek gel, yek şef. Em ne yekin? Gelek in, em danakevin yekê.”
HDP’ê bi awayekî hemwext stara kampanyay referandûmê li Amedê û Îzmîrê da destpêkirin, berdevkê partiyê û parlemeterê Rihayê Osman Baydemîr li Stenbolê axivî û paketa Destûra Bingehî rexne kir û got: “ Em îro li Amed, Îzmîr û Stenbolê dikevin rêwîtiya kampanyaya Na.”
‘WELAT XISTIN NAVA ŞER’
Baydemîr ê ku polîtîkaya deve û desthilatdariya navxweyî rexne kir got: “Vî gelî hêrs, bêrûmetî û destkeftiyên ji siyasetmedaran girtî ji ti kesê negirtiye. Roja het ji bo destkeftî û desthilatdariyê welat xistin nava şer. Roj hat , hemû nirxên welatê me firotin hevkarên xwe.
“DESTPÊKÊ GUSTÎLA WE HEBÛ, PIŞTRE JÎ QESRI Û KEŞTIYÊ WE ÇÊBÛN’
Baydemîr pirsa ku “We çi xwest ku vî welatî ne da we? kir û bi ser Serokkomarê Tirk Erdogan de çû û got: “Hûn bûn Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê, têrê nekir, heqaret li te hate kirin, gel te kir parlelmter, têrê nekir. Te xwest gel te kir serok, dîsa têrê nekir. Te xwest gel te kir Serokkomar. Dîsa têrê nekir. Baş e niha çi dixwazî? Gustîlek ê te hebû. Hûn ji hişmendiyek pariyek nan hebe û çaketek hebe têrê dike. Niha jî qesera te û keştiyên te heye.”
‘ÇAV BİRÇÎ, KOMA TİM BİRÇÎ’
Baydemîr rexneyên xwe bi Kurdî dewma kir: “Ê ku zik birçî, pençik xwarin bes e. Ê ku çav birçî, dinê bidiyê ne bes e. Xwedê çavê te û çavê koma tim birçî ya te têr bike.”
‘EM GELEK IN, DANAKEVIN YEKÊ’
Baydemîr bibîr xist ku wê bi paketa Destûra Bingehîn ve hemû raye bikeve destê Serokkomarê Tirk Terdogan û wiha pê de çû: “Bi Destûra Bingehîn a ku ev dixwazin pêk bînin wê hemû rayeyê bixe destê Serokkomar. Wê rojekê cubeyê xwe li xwe bike û bibe dozger û dadger jî. Wê rojekê li şûna te û şûn min li parlementoyê, li Meclîsê dengê xwe bikar bîne, fermanan derxîne. Wê dest dane ser her tiştî. Wê bibe yek ziman, yeke gel û yek şef. Wê tiştên ku xuda pir rengî afirandî wê bike yekane. Em ne yek in? Em Kurd in, Tirk in, Ermenî ne, em Suryanî ne, Çerkezî, Elewî , laîkîn, oldar in. Em kedkar in, karker in, em gel in. Em Hrant Dînk in, di heman demê de Tahîr Elçî ne, heman demê zarokên Roboskiyê ne, Dayîka Taybet in, em danakevin yekê.”
‘JI BO DESTHILATDARIYA YEK KESÎ WELAT BER BI AGIR VE DIBIN’
Baydemîr têkildarî qûtbûna pêvajoyê jî ev nirxandin kir: “Serokkomar tişta herî dîrokî û pêşketinê siyasî dawî li muzakereyê anî, mutabaqata Dolmabahçeyê tine hesiband. Ji bo desthilatdariya yek kesî welat ber bi agir ve dibin. Her roj agahiya mirina leşkeran tê welat, çavê dayîkan bi rondikin. Gel kete hejariyê. Gel ji pêşeroja xwe bi fikar in. We welat pêşkêşî hevkarên xwe kir.”
‘CÎRAN KIRIN DIJMINÊ CÎRAN’
Baydemîr wiha got: “Ev dozeke azadiyê ya bi maf e, dozekî bi hev re û ya jiyanê ye.” Baydemîr wiha pê de çû: “Xebat, hevdîtin û mûzakereya ku nêzî 2 salan dewam kir bibû dermanê birîna 90 salan. Mirovan dest bi fêmkirina hev kirin. Ji siberojê hêvî girtin. Gihabû astekî wisa hêviyên bi hev re jiyanê derketibû pêş. We çi kir? We vîna gel nas nekir. We 7’ê Hezîranê tine hesiband. Ev 2 sal in ku we gel kirin dijminê hev. Ji ber çi? Ji ber sedam desthilatdariya yek kesî. Ev paket ne dermen e, ferman e. “
‘HEKE GOTINA ME NEBE DESTÛR NE MEŞRÛ YE’
Baydemîr got: ‘’Em ne li dijî yek rejîma demokratîk in’’ û bi berdewamî wiha got: ‘’Heke destûrek wê were çêkirin bila gotina me hemûyan hebe. Heke di vê destûrê de gotina hevserokên me Demîrtaş û Yuksekdag nebe ne rewa ye’’
‘JI QEYÛMÊ RE, JI JEHRÊ RE NA’
Baydemîr got, heke wê li ser sîstemeke seroktiyê were axaftin divê cih bidine meclîsên xwecih, rêveberiyên xwecih û wiha anî ziman: ‘’Li meclîsên xwecih binêrin. Van 83 hevaşaredarên me yên ku me bi dengê xwe hilbijartibû avêtin zindanan û qeyûm li ser 81 şaredariyên me danîn. Çavê wan şaredariyên me jî bar nagire. Ev pakêt tê wê maneyê ku qeyûmê bînin ser her saziyê. Ev pakêt qeyûma ser Tirkiyê ye. Ha qeyûm, ha jehr, ha ziqûm. Qeyûm çi dike? Zimanê Kurdî qedexe dike. Dijminatiyê bi jinê re dike. Dibêje jin nikare bibe ajokar. Jin dibe serok serok. Ango ha qeyûm ha jehr ha ziqûm. Ji qeyûmê re, ji ziqûmê re na.’’
‘YÊN KU DIL DANE HDP’Ê JIYANA XWE DANE, WÊ DENG BIDINE WE?’’
Baydemîr bi berdewamî got: ‘’Yên ku failên Roboskê li Enqerê windakirin, ên ku failên qasidê me yê aştiyê Tahir Elçî nedîtin, ne darizandin, ên ku li Cizîrê, Şirnex, Nisêbînê û Sûrê komkujî kirin û ev bajar hilweşandin, yên ku li Pirsûsê, li Enqerê kevirên komkujiyê danîn bê şerm û fedî vê destûra dehbe tînin ber me û dibêjin, ‘’bila yên ku dil dane HDP’ê dengê xwe bidine me. La hewla wela quwweya îlla bîllahî ezîm.’’
Yên ku dil dane HDP’ê canê wan çû, canê wan. We bajarên wan, malên wan bi ser serê wan de rûxandin, wê deng bidine we? Na, na, na..
ALA RENGÎN NA YE…
Baydemîr bi berdewamî got xwestin peyamekê bidine Kurdan û gotin gelo em dikarin zemîna Kurdan çawa dikarin qaneh bikin. Zarokên Zarokîstanê jî wê bi derewên we nexapin. Alarengîn Na ye..Ala rengîn na ye..
NE KURSIYÊ DARVEKIRINÊ LÊ MASEYA DANÛSTANDINÊ
Neviyên Şêx Seyîd, Seyîd Riza û Pîr Sûltan wê di NA’yê de werin cem hev. Wê ne mirinê lê jiyanê pîroz bikin. Li Meydana Deriyê Çiyê, li Kordonê, li Gezî û Taksîmê wê govenda biratiyê bigerînin. Ne li kursiyê darvekirinê lê li maseya danûstandinê wê bigihijin hev.
EM HÊVIYA XWE JI DEST NEDIN ROJÊN XWEŞ NÊZ IN
Baydemîr got ‘’Ey Amed, ey keleha azadiyê! Çar deriyê te ne, her çar jî berê wan li Na’yê ye. De şêrên min, de lehengên min! Li ser bedena xwe ya bi kevirên reş careke di xwe ragire. Xwe ragire bi can û xewnê. Hêviyeke me jî li Egeyê ye.
Baydemîr herî dawî wiha got: ‘’Di vê Na’yê de xêr heye, qencî û ronkayî heye. Di vê Na’yê de dadmendî û azadî heye. Di vê Na’yê de hurmet, xweşbînî heye. Em hene. Di vê Na’yê de qudret heye.’’