Baydemîr careke din ji hevserokatiya UCLG-MEWA'yê re hat hilbijartin
Baydemîr careke din ji hevserokatiya UCLG-MEWA'yê re hat hilbijartin
Baydemîr careke din ji hevserokatiya UCLG-MEWA'yê re hat hilbijartin
Piştî ku qedexeya derketina derveyî welat ji ser Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr rabû, piştî 3 sal û 4 mehan çû paytexta Îranê Tehranê û li vir dîsa wek hevserokê Rêxistina Rêveberiyên Herêmî yên Cîhanê yên Bajarên Hevgirtî yên Herêma Rojavayê Asya û Rojhilata Navîn (ULCG-MEWA) hate hilbijartin.
Li paytexta Îran Tehranê, di 10-12’ê Nîsanê de Kongreya UCLG-MEWA, civîna Desteya Rêveber, Konsey û Desteya Giştî hate lidarxistin. Civîn bi malovaniya Şaredariya Tehranê bi beşdariya şaredariyên 15 welatan pêk hat. Ji Tirkiyeyê şaredariyên bajarê mezin ên Stenbol, Îzmîr, Konya, şaredariyên Erzincan, Kirşehîr, Antakya, Colemêrg û Nisêbînê yên endam beşdar bûn.
Ligel Kongreya UCLG-MEWAyê, du komxebatên “Enerjiya Bajarî ya Domander” û “Li Ber Krîzan Xurtkirina Jiyana Bajarî” hatin lidarxistin û şaredariyan ezmûnên xwe parve kirin û pêşniyarên xwe yên çareseriyê pêşkêş kirin.
Bi civînan re desteya rêveber a UCLEG-MEWA’yê dîsa xuya bû. Di kongreyê de şaredariyên endam Osman Baydemîr dîsa weke hevserokê UCLG-MEWA’yê hat hilbijartin. Ji bo hevserokên dîtir jî yekitiya Şaredariyên Îzmir, Konya û Gazzeyê û şaredariyên Bexda û Tehranê hatin hilbijartin.
Li aliyê din ve Yekitiya Şaredariyên Amed, Stenbol, Îzmir, Konya, Dêrsim, Çankaya, Tehran, Bexda, Gazzeyê bo endamtiya Konseya Cîhanê a Rêxistina Rêveberiyên Herêmî û Bajarên Hevgirtî a Cîhanê hatin hilbijartin.
Baydemîr di Kongreya UCLG-MEWAyê de bi gelek şaredaran re hevdîtin pêk anîn.