Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî û der barê bûyerên dawî de axivî. Baydemîr, têkildarî kuştina welatiyan a bi gulebarana balafirên bê mirov ên bi çek (SÎHA) hatin kuştin bang li Meclîsa Tirkiye kir û wiha got: "Ez bang li meclîsê dikim. Werin em bi hev re biçin gund ziyaret bikin. Biçin bi hev re lêkolîn bikin. Em bi gundiyan re hevdîtin bikin. Ev mirovên hatin kuştin kî ne. Em wekî HDP'e bang dikin ku meclîs komîsyona lêkolînê ava bike û biçe lêkolîn bike. Heqîqet çibe bila li ser raweste."
Baydemîr anî ziman ku ew bi her awayî mafê jiyana mirovan diparêzin û êrîşên li dijî sivîlan red dikin û wiha got: "Li hemû dera cîhanê yên hêzên ewlehiyê ji sivîlan diqetîne rêgez û pîvanê mafên mirovan in. Di 20 rojên dawî de herî kêm 10 welatiyên me yên sivîl hatin kuştin. Em dîsa dibêjin ku tê bila bê em kuştina sivîlan red dikin û şermezar dikin."
'ROBOSKIYA DUYEMÎN E'
Baydemîr anî ziman ku gulebarana balafirên bê mirov ên bi .ek (SÎHA) ya li gundê Talê duyemîn Roboskî ye û wiha dewam kir: "Di vê bûyerê de Mehmet Temel jiyana xwe ji dest da. 3 kes jî birîndar bûn. Dayika Mehmet Temel Sîma Temel têkildarî bûyerê got çawa zarokên wan ên sivîl dibin 'terorîst'. Kîjan feraset mirovên sivîl wekî terorîst pênase dike. Mirinê ji o welatiyên xwe rewa dibîne. Ti aliyê daxuyaniyên Wezîr Soylû, Walî û Serokkomar Erdogan nayên qebûl kirin. Ev mirov li qada pîknîkê hatine kuştin. Ne herêma qedexe û ne herêma şer e. Ya din ev mirov di herêma kontrola polîsan a Depînê re derbas bûne. Polîsan li GBT'ê wan nerîne. Çima polîsan ew binçav nekirin û çima SÎHA li ser wan bombe barand. Erdogan, dibêje 'Kanî ew sivîl'. Em jî dibêjin Mehmet Temel sivîl bû. Bavê 3 zarokan bû. Mûsa Tarhan zewicî û bavê 8 zarokan bû. Îbrahim Sag zewicî û bavê 6 zarokan bû. Eger ku ti hiqûqa xwe tine bike û her sivîlî wekî endamê rêxistinê bibîne, ti ferqa te û rêxistina sûc namîne."
'KURD DIMIRIN HOLDÎNGA BAYRAKTAR QEZENÇ DIKE'
Baydemîr anî ziman ku pirsgirêka Kurd bi çekan çareser nabe û wiha got: "Em dibînin ên ji şer sûdê digirin hene. Yên ku qezenç kirine tucarên çekan in. Sivilekî Kurd jiyana xwe ji dest dide Holdînga Bayraktar bi ser dikeve pere qezenç dike. Guleya kê dibe bila bibe eger ku li dijî sivîlan bê teqandin em red dikin.
Rayedarên hikûmet û dewletê sivîlan wekî 'terorîst' pênase dike. Em dipirsin li gorî we her kes terorîst e. Hemû rojnamevan, nivîskar, siyasetmedar mamoste û kesên muxalîf di çavê we de 'terorîst' in. Birêz Demirtaş ê 6.5 milyon dengê gel stendiye, ji aliyê Serokê AKP'ê Erdogan ve weke terorîst hate îlankirin."
'BILA MECLÎS KOMÎSYONA LÊKOLÎNÊ AVA BIKE'
Baydemîr bal kişand ser kuştina Mehmet Temel û wiha got: "Yên ku hûn dibêjin terorîst wêneyê li vir in. Wêneyên ku 2 hefte berê li qada pîknîkê kişandin li holê ne. Em bang li meclîsê dikin û dibêjin werin em bi hev re biçin lekolîn bikin. Ev mirov kî ne? Em weke HDP'ê bang dikin ku Meclîs Komîsyona Lêkolînê ava bike û biçe li gund ji mirovan bipirsin. Ka vana sivîl in an na. Werin em bi hevre biçin ji mirovan bipirsin. Bila Meclîs Komîsyona lêkolînê ava bike. Di salên dawî de 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Çareserî rakirina Rewşa Awarte ye."
Baydemîr bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan ên der barê Zafer Çaglayan de û wiha got: "Dawiya dawî bêhna genî belav bû. Ji DYA heta vir siyasetê dike. Eger ku hûn gavên hewce navêje wê hêzên navneteweyî wisa mudaxale bikin. "
Baydemîr nerazîbûn nîşanî Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû da, ku gotitbû a "Heta 20'ê Mijdarê me bişopînin" û wiha got: "30 sal in heman propagandayê dikin. Ev nîşan dide ku heta 20'ê Mijdarê wê gelek mirovên din bên kuştin. Wê gelek sivilên din bên kuştin."