Nûnerên baweriyên Mezopotamyayê ji bo Şengalê bang kirin

Nûnerên baweriyên Xiristiyan, Hewramanî, Feylî, Yarsan, Êzidî, Misilman, Elewî beşdarî paneleke Platforma Baweriyên Mezopotamyayê bûn û ji bo parastina Şengalê bang kirin.

Li dijî metirsiya li ser Şengalê li gelek welatan çalakiyên Kurdistaniyan û dostên wan dewam dikin. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniya xwe ya 23'ê Mijdarê bal kişandibû ser planeke nû ya dagirkeriyê.

Bi zêdebûna fikarên li ser Şengalê, Platforma Baweriyên Mezopotamyayê, nûnerên civakên baweriyên Mezopotamyayê li hev kom kir û panelek li dar xist. Nûnerên Xiristiyan, Hewramanî, Feylî, Yarsan, Êzidî, Misilman û Elewî doh êvarê bi rêya Zoomê beşdarî panelekê bûn.

Di panelê de nîqaş li ser wê yekê hate kirin ku li dijî polîtîkayên qirêj ên li ser Şengalê û civaka Êzidî divê têkoşîneke çawa bê meşandin.

'ŞENGAL XETA SOR E'

Di panelê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya nokerên xwe li Şengalê li pey lîstikên nû ye û hate bibîrxistin ku baweriya Êzidiyan baweriyeke herî kevn a mirovahiyê û herêmê ye, lewma divê bê parastin. Qisekeran diyar kirin ku Şengal ne tenê ji bo Êzidiyan divê ji bo baweriyan hemûyan bibe xeta sor û bang li bawermendan hemûyan hate kirin ku ji bo Şengalê hesas û baldar bin.

Beşdarên panelê: Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm, Hevserokê Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan a li Elmanyayê (NAV-YEK) Hacî Çelîk, ji rûspiyên Êzidiyan Şêx Loqman, ji rûspiyên Misilmanan Şêx Mûrşîd Xeznewî, Hevserokê Federasyona Elewiyan a Demokratîk Demîr Çelîk, Hevserokê Yekîtiya Suryaniyên Iraqê Yûsûf Yakûb Matte, nûnerê Platforma Horam Zerdeşt Horamî, pîra Elewî Mele Ûgûr Pîr Ana, nûnerê Yarsanan Sasan Mêhrabî, Nûnerê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Dawût, rûspiyê Elewiyan Mehmet Yaman Pîr, nûnerê Civaka Baweriya Feylî ya Ewropayê Mehemed Norî.