Bavê ciwanê rêkirine nav El Nusra li qerekolê hat jêpirsînkirin

Bavê ciwanê rêkirine nav El Nusra li qerekolê hat jêpirsînkirin

Bavê ciwanê Kurd ê bi navê Mesût Guçlu ku ji bajaroka Îzmîrê Asirlik ji aliyê cemaetan ve ji bo li dijî hêzên YPG’ê şer bike şandin nav El Nusra ji aliyê polîsên Şaxa Têkoşîna bi Terorê re ya Îzmîrê hat jêpirsînkirin. 

Bav Sertîp Guçlu derbarê kurê xwe Mesût ê di encama xebatên cemaetan de şandibûn nav refên El Qaîdeyê de daxuyanî dabû ANF’ê ji aliyê polîsên Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Îzmîrê hast jêpirsînkirin ku û polîsan pirsa, “Çima tu behsa kurê xwe Bedirxan ê çûye çiyê nakî?” pirs kirin.   

'ÇIMA TU CEMAET, POLÎS Û HUKÛMETÊ BERPIRSIYAR DIBÎNÎ’

Bav Guçlu da xuyakirin ku polîsan jêre gotiye, “Çima tu cemaet, polîs û hukûmetê berpirsiyar dibînî?” û wiha berdewam kir: “Min jî ji wan re got ku heta dawiyê ez li pey gotinên xwe me. Eger ew kesên min behsa wan kiribana tune bûna cemaetan nikarîbû ev qasî bi rehetî tevgeriyabana.”

‘MIN JI WAN RE GOT, MAMOSTEYÊ BI NAVÊ BAKÎ ENDAMÊ MÎT’Ê YE’

Guçlu da zanîn ku wan ji polîsan re gotiye ku yê kurê wî xapandiye mamosteyê lîseyê yê bi navê Bakî endamê MÎT’ê ye û got, “Polîs, li şûna dibe pey kesên ku kurê min bibe, ket pey gotinên min ên cemaet, MÎT û hukûmetê.” 

Bav Sertîp Guçlu her wiha got ku polîs li şûna ji daxuyaniyan aciz bibe bila bi ser xebatên cemaetan de biçe û wiha axivî: “Ez heta dawiyê li pey gotinên xwe me. Di nav vî karî de cemaet, polîs, MÎT û hukûmet heye.”