Başûr Rojava û yekitî- Amed Dîcle
Başûr Rojava û yekitî- Amed Dîcle
Başûr Rojava û yekitî- Amed Dîcle
Li ser Rojava, Başûr û Yekitiya Neteweyî gelek mijarên ku divê werin nivîsandin hene. Lê belê di van rojên dawî de mijara deriyê sînor ê Sêmalka ango deriyê di navbera Başûr û Rojava de derket pêş. Ev xaleke girîng e û divê were nîqaşkirin.
ÇIMA GIRÎNG E?
Berê jî hatibû nîqaşkirin. Niha hemû deriyên sînor ên li ser Rojava girtî ne. Dewleta tirk jî derî girtibûn lê belê piştî destpêkirina kampanyaya alîkariyê li ser zextên gel car caran derî vedike û alîkarî diçe rojavayê Kurdistanê. Deriyê di navbera Başûr de jî li ser daxwaza hemû kurdan hat vekirin. Mirovên ji Rojava û Başur di wî derî de bazirganî dikirin. Pêdiviyên xwe yên jiyanê wisa tedarîk dikirin. Û heta astekê ev pirsgirêka xwarin û pêwîstiyên jiyana rojane dihat çareserkirin.
Lê belê ev hefteyeke derî hatiye girtin. Kê girtiye? Rêveberiya Başûr. Çima? Ji ber ku asayişa Rojava komek mirovên ku ji sînor derbas dibûn binçav kir. Ev mirov kî ne? Endamên El-Partî. El Partî kî ye? Rêxistineke Rojava ye, girêdayî PDK’a Başûr e. Mirovên ku hatine binçavkirin jî li gorî daxuyaniya asayişê li Başûr perwerdeya leşkerî dîtine û derbas bûne. Wan kesan bi xwe ev yek qebûl kirine. Baş e dema ku komek bi dehan kesan ji sînor derbas bibe divê asayîş çi bike? Ger wezîfe ewlekarî be divê li wan bipirse.
Rêveberiya Başûr jî ji ber vê yekê aciz bûye û derî girtiye. Divê were zanîn ku ew derî ne ji bo asayişê yan jî ji bo PYD’ê ye. Ew derî ji bo gelê Rojava ye. Çima ji ber krîz û pirsgirêkên siyasî sivîlan, mexdûr dikin ku niha Rojava di pêvajoya şoreşê de ye tê cezakirin. Beriya yekitiya neteweyî û tiştên rêxistinî ev mijareke însanî ye.
Wekî din, deriyên di navbera dewlet û herêman de li ser kêfa kes û partiyan nayên girtin û vekirin. Rêveberiya Başûr di vê mijarê de bi profesyonelî tevnegeriyaye. Em hêvîdar in ku ev pirsgirêk bêyî mezin bibe were çareserkirin.
Wekî din li başûrê Kurdistanê di van demên dawî de gelek pêşketinên ku ji bo yekitiya neteweyî hêvî didin hene. Heyetek ji Parlamentoyê bi awayekî fermî cara yekem çû Qendîlê û bi Rêveberiya KCK’ê re hevdîtin pêk anîn. Murat Karayilan di vê hevdîtinê de diyar kir ku li Hewlêrê civînek pêk hatiye û ji bo yekitiya neteweyî biryarên girîng hatine girtin. Lê naverok nehat aşkerakirin. Tê fêmkirin ku partî û rêxistinên kurdan bêyî ku aşkera bikin hewldanên xwe dewam dikin.
Xala herî girîng jî kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan e. Ev kampanya li tevahiya cîhanê dewam dike. Ji Brezîlya, Bolîvya, heta Awûstûralya û Afrîka bi hezaran îmze hatine berhevkirin. Di nava wan de parlamenter û kesên navdar jî hene. Madem ji hemû cîhanê îmze hatine dayîn çima Kurd bi xwe ji bo rêberekî xwe îmze nedin? Van rojan ev pirs li Başûr bersiva xwe bi awayekî erênî dibîne û gelek kes îmze didin kampanyayê. Beriya erkên siyasî û neteweyî erkên mirovî girîng in. Niha erka mirovî kampanyaya azadiya Ocalan e, vekirina deriyê Sêmalka ye. Piştî ku vana hatin kirin yekitiya neteweyî jî wê li ser pîvan û prensîbên siyasî pêk were. Kesên ku ji erkên xwe yên mirovî û neteweyî birevin bawer im wê salên pêş nikaribin li rûyê gelê kurd binêrin.
Ji Rojnameya Azadiya Welat