Başaran û Taşdemîr ên HDP’yî dest danîn ser kursiya Meclîsê

Parlementerên HDP’ê Ayşe Adar Başaran û Dîlan Dîrayet Taşdemîr ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê kursiyê Meclîsê dagir kirin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên laçik spî ji bo bi Wezîrê Edaletê ya li salona koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Meclîsê hatibû destpêkirin dewam dike. Li Desteya Giştî ya Meclîsê jî parlementeran çalakiyeke ya protestoyê kirin.

Parlementerên HDP’ê Ayşe Adar Başaran û Dîlan Dîrayet Taşdemîr ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê kursiyê Desteya Giştî ya Meclîsê dagir kirin.

Başaran û Taşdemîr ên HDP’yî ku kursî dagirkirin, navber hate dayina Desteya Giştî. Meclîs TV jî weşana xwe da rawestandi. Çalakiya parlementeran dewam dike.