Başaran: Tu meşrûiyeta desthilatdariyê nemaye

Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran nerazîbûn nîşanî biryara Osman Kavala da û got ku “Ev desthilatdarî meşrûiyeta xwe ya giştî û demokratîk winda kiriye.”

Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê û parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran derbarê berdan û dîsa destgîrkirina Osman Kavala îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Em dizanin ku vê endezyariya darizandinê ya tijî nefret berê jî biryara tehliyekirina Selahattîn Demîrtaş dabû û piştre biryara girtinê dabû.

Ev desthilatdarî li dijî Kurdan û hemû mûxalifan li pey tolhildanê ye û dawiya wê tune. Ev desthilatdarî meşrûîyeta xwe ya giştî û demokratîk winda kiriye.

Biryara li ser Osman Kavala diyar dike ku divê hemû hêzên demokrasî û aştiyê têkoşîna xwe bikin yek.”