Başaran: Mekanîzmaya darbeyê bi asta herî bilind e

Başaran: Tirkiye êdî dewleteke qanûnê jî nîne. Hiqûq perspektîfeke berfireh e, qada navneteweyî jî di nav de ye, azadî jî di nav de ye.

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku dadgerî ji bo nêzîkatî û nêrîna polîtîk a tifaqa AKP-MHP'ê veguheriye amûrekê. Başaran 'Belgeya Stratejiyê ya Reforma Dadgeriyê' ji ANF'ê re nirxand.
Başaran anî ziman ku beşeke mezin a civakê ji dadgerî û edaletê nerazî ye û got, "Bi taybetî piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê dadgerî veguherî amûrekê ku li gorî nêzîkatî û nêrîna polîtîk a tifaqa AKP-MHP'ê tevdigere. Em timî der barê siyasîbûna dadgeriyê ya li Tirkiyeyê û welatên mîna Tirkiyeyê kêmpêşketî nîqaşê dikin. Ne tenê vê serdemê, di salên 60'î û 80'î de Dadgehên Ewlekariyê Dewletê û Dadgehên Xwedî Erka Taybet, beriya wê Dadgehên îstîklalê. Mijara siyasîbûna edalet û dadgeriyê yek ji wan mijaran e ku timî tê nîqaşkirin. Lê belê mesele 34 sal in êdî gihîştiye asta herî bilind, bi dadgeriya bêsînor hewldana tasfiyekirin û tepisandinê pêk tê."

'BERIYA ROJEKÊ TALÎMAT DAN'

Başaran anî ziman ku ji nû ve girtina Demîrtaş û Yuksekdag neqanûnî ye û got, "Di dîrokê de gelek bêhiqûqî li me hate kirin. Me dosyayên KCK'ê, darbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê, dadgeriya salên 1990'î û dosyayê JÎTEM'ê dîtin. Lê belê ya ku doh pêk hat ji hemûyan cudatir bû. Rewşeke ku xwe gelekî eşkere dikir. Ji ber ku bûyerên 6-8'ê Cotmehê di demekê de ku atmosfera civakî û polîtîk gelekî cuda bû qewimîn. Di demekê de ku pêvajoya çareseriyê hate têkirin, her wiha Mutabaqata Dolmabahçeyê hate redkirin û bûyerên 6-8'ê Cotmehê de timî li dijî partiya me hatin bikaranîn û ji bo îllegalîze û terorîzekirina partiya me timî weke amûrekê hatin bikaranîn."

Başaran bi bîr xist ku Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan rojek berê Demîrtaş û Yuksekdag weke berpirsyarên bûyerên 6-8'ê Cotmehê nîşan da û got, "Tiştekî tesadûfî nîne ku heman piştî vê axaftinê lêpirsîn hate lezandin. Tirkiye êdî dewleteke qanûnê jî nîne. Hiqûq perspektîfeke berfireh e, qada navneteweyî jî di nav de ye, azadî jî di nav de ye. Qanûn jî çarçove û sînorên xwe hatine destnîşankirin. Lê belê mekanîzmayeke welê heye ku êdî li gorî qanûnên destûra bingehîn jî tevnagere. Di rejîma şexsekî de gotina ji dev derdikeve weke talîmatê tê dîtin. Beriya rojekê talîmat da, niha jî du hevserok girtîne."

NE POLÎTÎK E, MESELEYEKE CIVAKÎ YE

Başaran destnîşan kir ku ji paketa dadgeriyê ew ne li benda tiştekî ne û destnîşan kir ku ji bo welatekî wekhev û azad wê têkoşîna xwe bidomînin.

Başaran got, "Me beriya niha der barê paketa dadgeriyê de kar kiribû. Em vî karê xwe didomînin. Em li ser wê yekê dixebitin ku pêwîstiya civakê bi çi heye?" Başaran diyar kir, "Li gorî nêrîn û pêwîstiyên civakê çi dikare bê kirin? Em ji bo vê yekê têdikoşin. Êdî ev yek veguheriye meseleyeke civakî. Me ne mecbûr in li gorî daxwaza kesekî di nava zext û zordariyê de bin. Em dikarin welatekî hÎn xweştir biafirînin. Lewma em bang li hemû beşên civakê dikin ku di vê mijarê de hîn bi berpirsyarî tevbigerin."