Başaran: Ev bobelat ji ber siyaseta rantxwar a desthilatdariyê ye

Heyeta HDP’ê ya ku çû Xarpêtê diyar kir ku desthilatdariyê alîkarî nedaya gelek gundan û di warê dayîna alîkariyê de jî cihêkarî tê kirin.

Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Dilşah Canbaz, Şevîn Coşkûn, Erdal Aydemir û Berbirpirsiyarê Rêveberiyên Herêmî yên HDP'ê Salim Kaplan pêk dihat li Xarpêtê lêkolîn kir. Heyetê piştî li Xox, Maden û Gezînê lêkolîn kir, li avahiya HDP'ê ya Xarpêtê daxuyanî dan çapemeniyê û çavdêriyên xwe parve kirin. Ewil endamê Heyeta HDP'ê Salîm Kaplan, sersaxî ji gel xwest û piştgiriya xwe anî ziman. Kaplan, anî ziman ku heyeta HDP'ê li Xarpêtê 60 gund ziyaret kirine û wiha got: "Gel bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ye. Divê bi lez pêdiviyên gel bên bersivandin. Bi taybetî pêdiviya gel bi zexîreyan heye. 27 şaredariyên me yên ku heta niha qeyûm tayînî wan nehatiye kirin, ji bo pêdiviyên sereke dest bi xebatan kirin. Em bang li her kesî dikin ku ji bo alîkarî û piştevaniyê destê xwe dirêjî gelê Xarpêtê bikin. "

BAŞARAN: TU AMADEKARIYÊN TIRKIYEYÊ YÊN JI BO ERDHEJAN TUNE

Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî anî ziman ku ji bo rê li pêş zerarê erdhejê bê girtin tu xebat tune ye û wiha got: "Li cîhanê gelek mînak hene. Li Xarpêtê carek din hat dîtin ku tu amadekariyên Tirkiye ji bo erdhejan tune ye. Gelek avahiyên di erdhejê de xera bûn, di erdhejên berê de zerar dîtibûn. Lê tedbîr nehatibûn girtin. Mînak avahiya ku li Gezînê hilweşiya di sala 2011'an de zerar dîtibû. Ev zerar hatibû tespîtkirin. Lê ji bo çareseriyê gav nehatibû avêtin. Tê îdîakirin ku ev avahî ji aliyê wekilê AKP'î ve hatiye avakirin. Mixabin di vê avahiyê de heta niha 4 kesan jiyana xwe ji dest dan."

‘ALÎKARÎ NAGIHÊJE GUNDAN’

Başaran, da zanîn ku wan li Xoxê û Madenê 60 gund ziyaret kirine, lê heta niha alîkarî negihiştiye van gundan û wiha got: "Rayedarên herî jor ê îqtîdarê bajar ziyaret kir. Lê heta niha tespîta xizarê nehatiye kirin. Mesela heta niha rayedarên dewletê neçûne Gundê Çevrimlitaşê. Li vî gundî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. 2 kes birîndar bû. Li wir gel bi derfetên xwe cenaze defin kirin û birîndar derman kirin. Alîkariya ku hatiye kirin, serokên AKP'ê tev li xizmên xwe belav kirine. Li Xarpêtê ji sala 2007'an heta niha tu tedbîr nehatine girtin. Me xwe gîhand 60 gundan, lê heta niha alîkarî j wan re neçûye. Daxwaza gel a çadir û zexîreyan heye. Dîsa pêdivî bi sobeyan heye. Bi xwarinê heye. Pêdiviya jin û zarokan heye. Divê bi lez ev tişt bên bicihanîn.”