Başaran: Bi destgîrkirin-girtinê em ê paşve gav ne avêjin

Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û wiha got; “Em ê paşve gav ne avêjin.”

Parlamentera Êlih, Endama MYK û Berdevka Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran îro têkildarî operasyonên qirkirina siyasî daxuyaniyek da.

‘WALÎTIYÊ HEDEF NÎŞAN DA’

Di daxuyaniya nivîskî ya Başaran de hate gotin; “Operasyonên qirkirina siyasî di Hefteya Mafê Mirovan de jî didomin. Li Mêrdinê serê sibê Hevserokên HDP’ê yên bajêr, Serokê Odeya Tabîban, rêveberê berê yê şaxê SES’ê û siyasetmedarên KCD’ê jî di nav de 12 kes ne li gorî qanûnan hatin destgîrkirin.

Walîtiyê bi daxuyaniyên xwe ev saziyên li gorî qanûn û destûra bingehîn kir hedef. Ji van saziyan KCD li gorî hiqûqê hatiye avakirin û xebatên xwe hê jî didomîne.

Rejîma AKP-MHP’ê ku ji sala 2015’an ve zext û zoriyê dike bi hezaran xebatkarên HDP û KCD’ê, endam û rêveberên wê destgîrkiye û girtine. Ev kesên hatine girtin ji aliye çapemeniya AKP’ê ve bi nûçeyên derew û vale hedef hatine nîşandan.

‘EM Ê PAŞVE GAV NE AVÊJIN’

Başaran destgîrkirin û girtin weke politîkayên helandinê binav kir û got; “Em ê paşve gav ne avêjin.”