Barzanî û Erdogan hatin Amedê
Barzanî û Erdogan hatin Amedê
Barzanî û Erdogan hatin Amedê
Serokwezîrê Tirk ku îro dê li Amedê tevli merasîma vekirinê bibe û her wiha hate hînbûnku serowekê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî ji bo tevli ziyaretê bibe ji Deriyê Sînor yê Xabûrê bi konvoyê ketiye sînorê tirkiyeyê û bi riya bejayî berbi Amedê ve ketiye rê. Erdogan jî çûye Şaredariya Bajarê Mezin.
Mesut Barzan û heyeta ligel wî vê sibê bi konvoyeke mezin ji Deriyê Sînor ket Xaburê. Her wiha di heyeta Barzanî de hunermend Şivan Perver û rayedarnên payebilind yên KDP’ê û ji hikûmeta Federal a Kurdistanê hinek parlamenter û wezîr jî cih digirin.
Barzanî û heyeta xwe ji aliyê parlamenterê AKP’ê yê Şirnexê M. Emîn Dîndar, Walî Mustafa Akgun û midûrê midûriyeta Polîsan Avnî Usta veli deriyê Sînor yê Xaburê hatin pêşwazîkirin û berbi Amedê ve ketin rê.
Barzanî ji aliyê sedan kesî ve li têketina Amedê de ku di nava wan de HAK-PAR jî heye bi dirûşmeya ‘bijî Kurdistan’ hat pêşwazîkirin û Barzanî, Şivar Perwer û rayedarên KDP’ê bi ewlehiyê birin Otela Green Park.
Barzanî û heyeta xwe ji aliyê wezîrê Çandinî û Sewalkariyê Mehdî Eker, parlamentera Amedê Leyla Zana, parlamenter Altan Tan jî tevli bû.
Erdogan jî ji bo serdana şaredar Osman Baydemîr çû Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Barzanî û heyeta wî di xwarina êvarê bi Erdogan re tên cem hev.