Barzanî ji bo Kobanê bang li civaka navneteweyî kir

Barzanî ji bo Kobanê bang li civaka navneteweyî kir

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî,  li hember êrîşên çeteyên DAIŞ bang li civaka navneteweyî kir da ku bikevin nav tevgerê.

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî, têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kantona Kobanê daxuyanî da.

Barzanî di daxuyaniya xwe de diyar kir êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ li dijî Kobanê û Rojava ji bo tevayî Kurdistanê tehdîdeteke.

Barzanî got, "Bi êrîşa çeteyên DAIŞ ên li hember gelê Kobanê şeref, hebûn û tunebûn hatiye armanckirin.”

Barzanî bang li hêzên Kurdistanî kir da ku tevayî nakokî û gumanên xwe bidin aliyekî, jiyan û mafê gelê Kobanê biparêzin. Barzanî bang li tevayî dewletên navneteweyî kir da ku tedbîrên pêwîst bên girtin û piştgiriyê bidin gelê Kobanê û Rojava.