Barzanî hevdîtin bi Erdogan re pêkanî

Barzanî hevdîtin bi Erdogan re pêkanî

Serokwezîrê Hikumeta Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Enqereyê hevdîtin bi Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan re pêkanî.

Di hevdîtina ku li qonutê fermî ê Erdogan pêkhat de, nêzî 2 demjimêran dom kir. Di derbarê hevdîtina ku Kongreya Netewî, Rojavayê Kurdistanê û çareseriya demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin, her wiha pêşketinên li Iraqê hatin axaftin de, daxuyaniyek nehate dayîn.

Nêçîrvan Barzanî duh jî bi Wezîrê Tirk yê Têkiliyên Derve Ehmed Davûtoglû re hevdîtin pêkanî bû.