Baroyan rapora girtiyên nexweş aşkera kirin
Baroyan rapora girtiyên nexweş aşkera kirin
Baroyan rapora girtiyên nexweş aşkera kirin
Di rapora baroyên li Kurdistanê ya li ser pirsgirêkên girtî û hikumxwaran de hat destnîşankirin, ku bi taybetî girtiyên nexweş ên Kurd di dema mûayene û dermankirinê de rastî cihêkariyê tên. Di raporê de hat ragihandin ku hin doktoran ji girtiyên nexweş re gotine 'Bila wekîlên BDP'yî te derman bike', girtiyên nexweş ên li Stenbolê jî li gel xwestine biçin nexweşxane û werin mûayenekirin jî, demeke dirêj bersiv ji wan re nehatiye dayîn. Baroyan bang li hikûmetê kirin ku girtiyên nexweş ên jiyana wan di xeteriyê de ne tevailê serbest berde.
Baroyên Agirî, Êlih, Bêdlis, Çewlik, Amed, Erzîrom, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wanê, pêşrapora xwe ya li ser girtiyên nexweş, îro li Enqereyê aşkera kirin.
Heyeta lêkolînê ya baroyan di 29'ê Mijdara 2013'an de li Girtîgeha Tîpa R ya Hejmara 2. a Metrîsê, girtîgeha Sîlîvrî û Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê xwestiye bi 12 girtî û hikumxwaran re hevdîtinê bike, du ji van girtiyan Mehmet Mesût Tanrikûlû û hasan Kaçar in, lê belê li gorî beyana rêveberiya girtîgehê ji ber ku girtî li nexweşxaneyê bûne nekarî bi wan re rûnê.
'DAXWAZÊN JI BO NEXWEŞXANEYAN DEMEKE DIRÊJ BÊBERSIV DIMÎNIN'
Di raporê de hat ragihandin ku di serlêdanên li baroyan hatine kirin de gazin tên kirin ku girtî û hikumxwarên ji ber kar û barên rapora Tipa Edlî ji herêmê veguhastine girtîgehên li Stenbolê, di mijara dermankirin û pirsgirêkên mercên ragirtinê yên girtîgehê de rastî cihêkariyê tên.
Heyetê ragihand ku daxwazên girtî û hikumxwaran ên mûayeneyê û çûyîna nexweşxaneyê demeke dirêj bê bersiv tên hiştin, ji ber vê derengmayînê jî rewşa tenduristiyê ya nexweşan girantir dibe.
Di raporê de hat gotin, "Di şûna ambûlansê de girtî û hikumxwarên nexweş bi wesayîtên rîngê tên veguhastin bo nexweşxaneyan, di dema bendemayîna kar û barên mûayene û tibî de jî girtî û hikumxwar di wesayîtên rîngê de tên ragirtin, gelek caran ji ber kar û barên prosedurî girtiyên nexweş ên li benda mûayeneyê ne belasebep tevahiya rojê di wesayîtên rîngê de tên sekinandin."
Di raporê de hat destnîşankirin ku berevajî hikmên Protokola Stenbolê, girtî û hikumxwarên nexweşên giran bi dest kelepçekirî tên mûayenekirin û tevî ku ev yek li dijî mafê nexweş û pîvanên etîk ên tibî ye jî gelek caran bi daxwaza hin doktoran ev yek tê kirin. Hat ragihandin ku doktor li gorî qewmê girtiyên nexweş, nêzîkatiyeke cihêkar nîşan didin.
DOKTOR: BILA PARLAMENTERÊN BDP'YÎ TE DERMAN BIKE!
Di warê pêkanînên li dijî girtiyên nexweş ên Kurd de di raporê de ev xal hatin destnîşankirin:
"Doktor li gorî nasnameya girtiyan cihêkariyê li girtiyên nexweş dikin. Mînak girtî Osman Akdag ê 64 salî ku nexweşê dil û reh e û ji ber tumora li ser mejî tê dermankirin got, di dema mûayeneya li Nexşweşxaneya Dewletê ya Sîlîvrî de li dijî mûayeneya bi dest kelepçekirî derketiye, lê belê doktorê li wê derê jê re gotiye, 'Ez çawa bixwazim, ezê bi wî rengî mûayene bikim, biçe bila parlamenterên BDP'yî te mûayene bike.' Girtiyeke din a nexweş Sevîm Er ku ku çavekî wê ji sedî 95 nabîne aniye ziman ku di dema mûayeneya çav de tevî ku gotiye ew nivîsa li pêş xwe nabîne jî doktor jê re gotiye 'tu derewan dikî, tu dibînî' û bêyî tedawî bike ew vegerandiye girtîgeyê. Er bi rîska korbûnê re rû bi rû ye. Di hevdîtinên hatin kirin de gelek mînakên bi vî rengî derketin holê, ev yek têkiliya baweriyê ya navbera nexweş-doktor xerab kiriye."
Heyetê diyar kir ku Salîh Tûgrûl ê 57 salî yê felçbûyî û nikare biaxive, ku li Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê tê ragirtin, bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe yên rojane bicih bîne û Hayrettîn Beştaş ê 62 salî ku emeliyata dil derbas kiriye û ew jî li heman cihî tê dermankirin, li Tûgrûl dinêhire.
Di raporê de ev agahî hatin dayîn:
"Şert û mercên girtîgehê û nedayîna xwarinê rewşa nexweşan girantir dikin. Hat ragihandin ku şebekeyên avê yên Girtîgeha Bakirkoyê zingar girtine, ji ber vê yekê porê girtiyan diweşe û li laşê wan birîn didin der.
Hatiye tespîtkirin ku hikumxwarê nexweşê giran Hasan Kaçar ê li Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa tê ragirtin, ji ber wasî jê re nehatiye wezîfedarkirin, nikare ji ti alîkariya hiqûqî sûdê werbigire.
Dîsa hatiye tespîtkirin ku girtî û hikumxwar gelek caran bê sedem bi awayekî kêfî rastî cezayên dîsîplînê tên, cezayên dîsîplînê bi tundî li girtiyên nexweş jî tên birîn û pêkanîn."
BANGA LI WEZARETÊN EDALET Û TENDURISTIYÊ
Baroyan di raporê de bang li hikûmetê kirin û gotin, "Ji ber ku mijar li ser mafê jiyanê ye, ji bo dawîanîna li pêkanînên hatine tespîtkirin, em li bendê ne di serî de Wezaretên Edalet û Tenduristiyê hemû sazî û rayedarên pêwendîdar, lêkolîn û lêpirsînên pêwîst bikin û tedbîrên pêwîst werbigirin."
'DIVÊ SERBEST WERIN BERDAN'
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku ji ber pêkanînên cihêkar, astengkirina demên tedawiya girtî û ji ber pirsgirêka baweriyê, heyeteke ji doktorên serbixwe rewşa tenduristiyê ya girtî û hikumxwaran kontrol bike. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em dixwazin şert û mercên ragirtinê yên hemû girtî û hikumxwarên nexweş werin başkirin û girtiyên enxweş ên rewşa wan a tenduristiyê giran e tavilê werin berdan."