Baroyan li dijî Suleyman Soylu helwest nîşan dan
Baroya Amedê li dijî daxuyaniya Suleyman Soylu helwest nîşan da û got, ‘’Em natirsin. Em li cem Tahîr Elçî ne’’. Baroyên Mêrsîn, Edene jî gotin heke tiştekî neyênî bibe berpirs Soylu ye.
Baroya Amedê li dijî daxuyaniya Suleyman Soylu helwest nîşan da û got, ‘’Em natirsin. Em li cem Tahîr Elçî ne’’. Baroyên Mêrsîn, Edene jî gotin heke tiştekî neyênî bibe berpirs Soylu ye.
Li Pirsûsê çekdarên AKP’ê êrîş biribûn ser HDP’yiyan û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû.
Baro û saziyên civaka sivîl xwestin biçin Pirsûsê lê hikûmeta AKP’ê nehişt ku şande biçe.
Hikûmeta AKP’ê Saziyên Civaka Sivîl tenê asteng nekir, her wiha kire hedef jî.
SOYLU HER KES KIRE ‘TERORÎST’
Wezîrê Karê Navxwe yê Tirk Suleyman Soylu di bernameyeke TRT’ê de derbarê Baroya Amedê got, ‘’Ez vekirî dibêjim, ev Baro têkildarî PKK’ê ye. Di hemû çalakiyên me, bûyerên me de, di hemû bûyerên me de yên têkildarî hiqûqê dema ku PKK nikare dengê xwe derxîne Baroya Amedê deng ji xwe derdixîne.’’
BAROYA AMEDÊ: EM NATIRSIN!
Baroya Amedê li ser van gefên Soylu helwest nîşan da, bi bîr xist ku serokê baroya wan Tahîr Elçî jî bi suîqasteke bi alçaxî hatiye kuştin û wiha bang li Soylu kir:
‘’Em dizanin ku tu wiha bi şêl û şêwaza JÎTEM’ê me dikî hedef. Li dijî wê hişmenidiya ku Serokê Baroya me ya ezîz pê hatî kuştin, ya ku dikeve ser milê me ew e ku em bersiva Wî bi bîra we bixin; ‘Min serê xwe ji paşmêrên we yên JÎTEM’ê û generalên we re netewandiye, ez ê ji we bitirsim?’
Em jî natirsin..
Cihê ku me rahişte Tahîr Elçî, em li wir in..’’
BAROYA MÊRSÎNÊ: EV ÊRÎŞEKE LI SER BAROYA ME
Baroya Mêrsîne jî li dijî gefên Soylu yên li ser Baroya Amedê li Medya Cumhuriyetê daxuyaniyeke çapemeniyê da û got, ‘’Ev heqerat û êrîşek e li ser baroya me, serok û desteya rêveberiya me.’’
BAROYA EDENE: BERPIRS WÊ SOYLU BE
Baroya Edene jî dauxuyaniyeke nivîskî li ser gefên Soylu da û got, ‘’sûcê kîn û nefreyê ye’’ û bi bîr xist ku serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi rengekî kujer nediyar hatiye kuştin û got, heke tiştek bi ser serok û rêveberên Baroya Amedê were berpirs wê ji hêla her kesî ve were zanîn.
ŞANDEYA KU HATÎ ASTENGKIRIN: ZEXTA LI SER HIQÛQÊ
Her wiha parêzerên mafê mirovan û hiqûqnasên Amedê ku dixwetin biçine Pirsûsê û hatin astengkirin jî gotin bi vê daxuyaniyê zext li ser hiqûqê hatiye kirin û yên xurt hatine parastin.