Baroya Hatayê têkildarî destnedayîna wekîlên BDP’ê daxuyanî da

Baroya Hatayê têkildarî destnedayîna wekîlên BDP’ê daxuyanî da

Baroya Hatayê derbarê destnedayîna parlementerên BDP'ê de daxuyanî da û diyar kir ku, dubarekirina tiştên nebaş fêdê nade tu kesî û xwest geşedanên neyînî neyên dubarekirin.

Baroya Hatayê derbarê destnedayîna parlementerên BDP'ê de daxuyaniyek nivîskî da. Baroya Hatayê diyar kir ku, destnedayîna parlementeran tu fêdeyê nade kesî û xwest biryarên nebaş ên ku dubare dibin û zerarê didin neyên girtin. Baroyê di daxuyaniyê de anî ziman ku, lazime Tirkiye welatên hemdem û hiqûqa navneteweyî ji xwe re asas bigire û biryarên şaş nede. Baroyê destnîyan kir ku, dubarekirina biryarên şaş fêdeyê nade civakê û xwest gavên dubare yên zerakê didin civakê neyên avêtin.