Baroya Colemêrgê: Divê Walî ji peywirê bê girtin
Baroya Colemêrgê: Divê Walî ji peywirê bê girtin
Baroya Colemêrgê: Divê Walî ji peywirê bê girtin
Baroya Colemêrgê der barê qetilkirina du welatiyan û birîndariyên li Geverê daxuyaniyek da û xwest waliyê Colemêrgê ji peywirê bê girtin.
Serokê Baroya Colemêrgê Muhîttîn Gungor daxuyaniyek nivîskî da û balkişand ser daxuyaniyên walî û got divê lêpirsîn bê vekirin.
Di daxuyaniyê hat diyar kirin ku di 6’ê kanûnê de welatiyên ku texrîbkirina gorên gerîlayên PKK’î protesto dikirin rastî êrîşa bê hiqûqî ya polîsan hatine û Veysel Îşbîlîr û Reşît Îşbîlîr jiyana xwe ji dest dane.
BI SER NEXWEŞXANEYÊ DE GIRTIN
Gungor wiha pê de çû: “Em wek parêzerên baroyê ji bo tevli otopsiyê bibin çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Lê polîsên rupuş bi ser nexweşxaneyê de girtibû. Bi sedan bombeyên gavê avêtin wir û ji bo welatiyan derb bikin cenaze revandine. Hê der barê du cenazeyan de tu tiştek nehatibû kirin Walitiya Colemêrgê îdia kir ku ev her du kes di pevçûna çekdarî de hatine kuştin. Lê hêj otopsî û lêkolîna cihê bûyerê nehatibû kirin.
Li ser vê daxuyaniya Walî di çapemeniya netewî de sûcdar dike hat serwîskirin. Her wiha welatiyê bi navê Bemal Topçu jî hêj girane. Daxwaza me eve ku Waliyê Colemêr û midûrê polîsan ji peywirê bê girtin. Em vê êrîşa wan tund şermezar dikin. Divê demildest kujer bên cezakirin.