Baroya Amedê di daxuyaniya xwe ya ji ber salvegera Komkujiya Sêwasê de diyar kir ku hewldanên ji bo sorkirin dijminatiya mezhebî ya Elewî-Sûnî dewam dike û destnîşan kir ku kujerên Komkujiya Sêwasê tên parastin.
Desteya Rêveber a Baroya Amedê, ji ber salvegera Komkujiya Sêwasê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
"Di ser qetilkirina 33 welatiyên me yên rewşenbîr, hunermend, nivîskar û helbestan li Sêwasê hatin qetilkirin re 22 sal derbas bûn. Êşa bûyerê mîna îro teze ye. Ji ber ku edalet hînê bicih nehatiye, kriyar nehatine cezakirin. Berevajî doz û lêpirsînên hatine vekirin li ber dembihurînê ketine."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hewldanên ji bo sorkirina dijminatiya mezhebî ya Elewî-Sûnî hînê ji aliyê hin derdoran ve tê meşandin û hat gotin, "Ji ber vê yekê, yên Komkujiya Sêwasê kirin, yên ew sor kirin, ji aliyê dewlet, hikûmet û dadgeriyê ve ev 22 sal in tên parastin. Em vê yekê şermezar dikin. Divê daxwaza edaletê ya mîlyonan mirovên li Tirkiyeyê ji nedîtî ve neyê dîtin. Komkujiya Sêwasê li dadgehan li ber dembihurînê ketibe jî, di wijdanan de ti carî dem di ser re nabihure."
Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku sûcdar bên cezakirin.