Baroya Amedê: Biryara dadgehê ya Davûtoglû skandal e

Baroya Amedê diyar kir ku dadgehê biryar dabû ku Ahmet Davûtoglû, di doza qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî de weke şahid bê guhdarkirin û got: "Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandal e."

Baroya Amedê têkildarê bêhiqûqî û biryarên di doza qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî de, li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Dosyaya Tahir Elçî ne bêxwedî ye” hat vekirin û Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan û nûnerên baroyên Şirnex, Sêrt û Êlihê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ve hat xwendin. Eren da zanîn ku ji destpêka lêpirsîn û doza qetilkirina Tahir Elçî heta niha skandalên li pey hev hatine kirin ku di lîteratûra hiqûqê ya cîhanê de cara destpêkê bi cih bûne.

Nahît Eren diyar kir ku dozgeriyê ji bo gotinên Tahir Elçî di nava 9 rojan de doz vekiribû lê belê di derbarê qetilkirina Elçî de piştî lêpirsîna 4 sal û nîvan doz vekiriye. Eren, bi domdarî wiha got: “Delîlên qetilkirinê ji holê hatin rakirin û heta ev delîlên hatine ji holê hatine rakirin jî bi rêk û pêk nehatine komkirin. Lêkolîna cihê bûyerê ya li Minareya Çarlingî, sê meh û nîv piştî qetilkirina Tahir Elçî hat kirin. Heke rapora ji aliyê Saziya Avahîsaziyê ya Edlî ya Londonê ku li ser daxwaza Baroya Amedê hat amadekirin jî nebûya, di derbarê her sê polîsan de jî doz nedihat vekirin.”

DADGEHÊ GEFA DERXISTINA DERVE LI ŞUKRAN ELÇÎ XWAR

Eren destnîşan kir ku piştî zexta civakî û hdestpêkêdanên zêde doz hatiye vekirin û wiha pêde çû: “Ji bo ku doz bi pêş nekeve, di mijara tespîtkirina çalakî û kujeran de her astengî hatin derxistin. Hêj di rûniştina destpêkê de xuya bû bê ka 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi kîjan nêrînê nêzî dozê bi rê ve dibe. Şandeya dadgehê ji ber çend gotinên hevjîna Elçî, Turkan Elçî, gef xwar ku ji eywanê derbixe. Heman gef li parêzeran jî hat xwarin. Di dema rûniştinan de derket holê ku dozgeriyê bi xwe gef li şahidan xwariye ku bûyerê berevajî bikin, ji armancên darazê dûr bixin û bi sozên cuda neçarê şahidiya derewîn kirin. Tevî van rastiyên tirsnak jî şandeya dadgehê tiliya xwe jî nelivand û red kir ku di derbarê dozgerê zext li şahidan dikir ku agahiyên derew bide û hêzên ewlekariyê yên êşkence li şahidan kirine dest bi lêpirsînê were kirin.’’

‘DIXWAZIN DÎROKA ME YA SIYASÎ Û BÎRA ME YA CIVAKÎ DI TARIYÊ DE BIHÊLIN’

Di dewama axaftina xwe de Eren anî ziman ku heke li welatekî kesekê mîna Tahir Elçî rastî sûîqestê bê, divê hemû saziyên dewletê bikevin hdestpêkêa eşkerekirina qetilkirinê û wiha pê de çû: “Lê belê ji bilî parêzeran, tu kesek di mijara sûîqesta li dijî Elçî de tiştek nekir. 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê weke ku peywira wê be, hemû daxwazên ku wê dozê bi pêş de bibe û cinayetê eşkere bike red kir. Niha jî bi rûniştinên beriya me tên lidarxistin re,daxwazên dozgeran ên beriya nêrîna me hatin qebûlkirin re, bi biryarên navberê yên ji bo delîlên hatine peydakirin re xuya dibe ku armanca dadgehê ne ronîkirina sûîqestê ye lê dixwaze li ser vê dosyeyê dîroka me ya siyasî û bîra me ya civakî di tariyê de bihêle. Herî dawî jî di 19’ê îlona 2022’yan de bêyî ku haya me parêzeran jê hebe, rûniştineke navberê li dar xistin û biryar da. Bi vê yekê re skandaleke din li skandalên xwe zêde kir. Pir eşkere ye ku divê dadgêrên ev biryar îmze kirin xwe ji vê dozê vekişînin.”

‘ÇIMA DEV JI GUHDARKIRINA LI DAVÛTOGLÛ HAT BERDAN’

Eren, bal kişand ser gotinên serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû ku ji bo qetilkirina Elçî pênaseya “sûîqesta siyasî” dikir û ev tişt anî ziman: “Me gelek caran daxwaz kir ku têkildarî cînayetê bila Davutoglû bê guhdarîkirin. Li ser israra me jî dadgehê di 15’ê hezîranê de ev daxwaza me qebûl kir û biryar da ku di 23’ê mijdarê de li Davutoglû bê guhdarîkirin. Lê belê di rûniştina 19’ê îlonê de gelemperiya şandeyê dengên xwebi  paş ve kişand û biryara guhdarîkirina li Davutoglû bi paş ve kişand. Ev biryar, skandaleke rûreş e. Bi rastî jî çi qewimî ku gelemperiya endamên dadgehê ji biryara xwe poşman bûn? Bi vê biryarê re careke din xuya bû ku dadgeh naxwaze doz bi pêş bikeve. Gelemperiya endamên şandeyê jî îradeya xwe bi vî rengî nîşan dan. Lewma jî me îro daxwaznameyek jê re şand û jê re got ku em wan qebûl nakin. Gelemperiya endamên dadgehê û dozê hev nagirin. Banga me ew e ku dev ji peywira xwe berdin. Em ê heta dawiyê dev ji vê dozê bernedin. Heta ku pirê endaman xwe ji vê dozê vedikişînin jî em ê daxwaza redkirina dadger bikin.”

‘EM DEV JI DOZÊ BERNADIN’

Serokê TBB’ê Erînç Sagkan jî da zanîn ku ev 7 sal in banga dîtina kujerên Tahir Elçî dikin û wiha bertek nîşan da: “Ev 7 sal in em dibêjin ku bila lêpirsîneke baş bê kirin, delîl bên komkirin û pêşî li ber reşkirina delîlan bê girtin. Piştî 4 sal û nîvan, bi hdestpêkêdanên baro û hevpîşeyên me, dest bi şopandinê hat kirin. Tu îro li vir dest bi meşê bikî, ji her 20 gavan carekê wê qeyd derbikevin. Piştrast bin ku tu ferqa wê ji sala 2015’an nîn e. Lê her çi musîbet be, bi tu awayî xwe negihandin wan qeydan. Heta ku kujerên Elçî bên girtin û cezayên herî giran bigirin, em ê dev ji vê dozê bernedin.”

‘BI VÊ DARIZANDINÊ XIZMÊN TAHIR ELÇÎ CARDIN TÊN MEXDÛRKIRIN’

Ji parêzerên dosyayê Orhan Kemal Cengîz jî bertek nîşanî biryara dadgehê ya derheqê Davutoglû de da û wiha bi dawî kir: “Bi vê darizandinê re xizmên Tahir Elçî careke din hatine mexdûrkirin. Tehemûla me ya li hemberî vê pêvajoyê nemaye. 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ragihand ku ew ne bêalî û serbixwe ne. Em dixwazin ku ew şande xwe ji vê dozê vekişîne. Ez careke din bang li HSYK’ê dikim ku peywira xwe bi cih bîne.”