BI DÎMEN

Barhilgirên li Edeneyê: Em ê teqez bi ser bikevin

Barhilgirên li Edeneyê, ku bûn mijar ji fîlmên Yilmaz Guney re, diyar kirin ku li dijî kedxwarî, mêtîngerî û faşîzmê ew ê teqez bi ser bikevin. Barhilgiran gotin, di referandûmê de ew ê dengê 'NA' bidin.

Vê carê em li hala Edeneyê ne û bi barhilgiran re daxivin. Ew, kedkar û barhilgirên berxwedêr in, ku li herêma Çûkûrovayê barê jiyanê hildigirin. Barhilgir dibêjin, herî zêde divê kedkarên ku di nava çerxên sîstema mêtînger de keda wan tê xwarin, di referandûmê de bêjin NA.

Yûnûs Yûrkdakûl, Mazlûm Yuklu, Mehmetcan Ekîn û Ahmet Taşan ên li Hala Fêkî û Zebzeyan a li Edeneyê bar hildigirin, deng û nêrînên xwe yên li ser referandûmê ji ANF'ê re gotin.

'EGER EM NEBÊJIN NA, WÎ KÎ BÊJE?'

Yûnûs Yûrdakûl dema ku bi dehan qaseyan dixe qemyonê ji me re daxive û dibêje, "Em ew beşa civakê ne, ku keda wan herî zêde tê xwarin û heqê keda xwe nagirin." Yûrdakûl anî ziman, gava serdema AKP'ê dest pê kir ew hê zarok bû, niha jiyana xwe bi barhilgiriyê îdare dike û tenê dikare zikê xwe têr bike. Yûrdakûl destnîşan kir, serdema AKP'ê ji bo wî tê wateya 'mêtîngerî, kedxwarî û zextê' û anî ziman, ku ji ber vê yekê ew ê di referandumê de dengê 'NA' bide.

Yûrdakûl diyar kir, mîna wî her kesên bi keda xwe dijîn divê bêjin 'NA' û ji bo siberojeke baş, ji bilî dengê 'NA' ti rê nîne.

'JI BO AŞTÎ Û JIYANEKE WEKHEV EM BÊJIN NA'

Yek ji barhilgirên hala zebze û fêkiyan a Edeneyê Mazlûm Yuklu ye. Mazlûm anî ziman, tevî xwarina keda wî, her wiha ji aliyê neteweyî ve ji ber ku Kurd e zext lê tê kirin û bibîr xist, rejîma AKP û Erdogan zimanê wî jî înkar dikin. Mazlûm destnîşan kir, ku ji bo siberojeke înkara ziman û kedxwarî lê nîne, ew ê dengê 'NA' bide û bang li her kesên ku siberojeke xweş, aştiyane û wekhev dixwazin kir, ji bo dengê 'NA' bidin.

'EM Ê NEHÊLIN REJÎMA AKP-ERDOGAN KEDA ME BIXWE'

Kedkarê ciwan ê hala Edeneyê barhilgir Mehmetcan Ekîn jî destnîşan kir, ku ew ê di destpêkê de li dijî înkarkirina zimanê xwe bêje 'NA'. Ekîn diyar kir, hê di emrê ciwan de keda wî tê xwarin û bibîr xist, Kurd hem ji aliyê kedê, hem jî ji aliyê nasnameyê ve tên talankirin. Ekîn anî ziman, rejîma AKP-Erdogan tê wateya mêtîngerî û êrîşa li dijî nasnameyan û li dijî faşîzma înkarê û kedxwariya rejîmê, kedkar û Kurd li dora dengê 'NA' bûne yek. Ekîn got, di 16'ê Nîsanê de wê serketina vê bi teqezî were ragihandin.

'DI SERDEMA VÊ DESTHILATDARIYÊ RE RÛYÊ ME QET NEKENIYA'

Ahmet Taşan, ku di dema barhilgiriyê de nexweş ket û ji ber nexweşiyê neçar ma dest ji barhilgiriyê berde got, "Ez bêkar im, perîşan im. Ji ber vê yekê dibêjim NA. Di serdema vê desthilatdariyê de carekê jî rûyê me nekekiya. Keda me her tim hat xwarin, şer û êş bûn para me."

Taşan bang li her kesî kir ku bêjin NA û ji bo AKP-Erdogan hîn bêhtir welêt nexin nava felaketê, ji bo siberojeke azad dayina dengê 'NA' ji bo xêrê ye.