Banga ji bo çalakiyên li dijî qedexeya li ser PKK'ê

Qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê 27 salan li pey xwe dihêle. KON-MED'ê ji bo çalakiyên roja Şemiyê yên bi armanca bidawîkirina vê qedexeyê, banga tevlîbûnê kir.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED), têkildarî qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê daxuyaniyek da ku 26'ê Mijdarê 27 salan li pey xwe dihêle.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku bi qedexeya li ser PKK'ê re mafê jiyanê ku mafê herî bingehîn e ji destê Kurdistaniyên li Ewropayê hatiye standin û gelek nêzîkatiyên neheq li Kurdan hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de işaret bi têkoşîna PKK'ê ya li dijî hovîtiya DAÎŞ'ê û çeteyên dewleta Tirk hate kirin û hate gotin, "Gelên herêmê, bi Pêşengiya jinên Kurd û gelê Kurd DAÎŞ têk bir û li dijî çeteyên Erdogan li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê bi berxwedana xwe ya bi heybet, dîrokê dinivîsînin. Gelê Kurd ku bi PKK'ê ji nû ve derkete ser dika dîrokê û di sala 43'an a vê têkoşînê de ji her demê bêhtir xurt, bi biryar û bi bawerî dimeşe."

KON-MED'ê destnîşan kir ku PKK bû tevgera gelan, rêya serketina li hemberî zor û zehmetiyan nîşan da û bi gavên ji xwe bawer ber bi şoreşeke hemdem ve dimeşe.

'LI ELMANYAYÊ ZÊDEYÎ MILYONEK KURD HATIN MEXDÛRKIRIN'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku helwesta azadîparêz û demokratîk a PKK'ê ya li hemberî bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin, xwedî wateyeke mezin e û hate gotin, "Qedexekirina tevgereke bi vî rengî li Elmanya û Ewropayê, beriya her tiştî ji bo civakên rojavayî nakokiyeke mezin e. Qedexeya li ser PKK'ê beriya her tiştî pirsgirêka demokrasiyê ya Elmanyayê ye. Ji ber vê yekê jî ji bo rakirina vê qedexeyê divê em têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Bi polîtîkaya qedexekar û kîmînalîzasyonê ya 27 salan, zêdeyî milyonek Kurdên li Elmanyayê bi rengekî mezin mexdûr bûne, her wiha demokrasiya Elmanyayê derbeke giran xwariye. Elmanya, ku di şerê dûdirêj ê Kurdistanê de bi salan e çekan dide Tirkiyeyê, bi qedexeya li ser PKK'ê xwest polîtîkaya krîmînalîzasyonê ya li dijî gelê Kurd bigihîne welatên Ewropayê. Ji bo xatirê polîtîkayên razemeniyê û berjewendiyên xwe yên jeostratejîk, di polîtîkayên înkarkirin, îmha û asîmîlekirina Kurdan de hevkarî bi Tirkiyeyê re kir.

Di vê pêvajoyê de sempatiya li Elmanyayê ya ji bo tevgera azadiyê ya Kurd a li Rojava, nîşan dide ku qedexeya li ser PKK'ê çiqasî bêwate û şaş e. Qedexeya li ser PKK'ê di çareseriya polîtîk a pirsgirêka Kurd de rewşeke xitimî ye. Ji ber vê yekê divê qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin."

Di daxuyaniyê de ji hikumeta federal a Elmanyayê hate xwestin ku qedexeya li ser PKK'ê tavilê rake û hate gotin, "Ev siyaseta antî-demokratîk a ku li dijî tevgera azadiyê tê meşandin divê bi dawî bibe. Me gelek caran dît ku civaka Elmanyayê jî qedexeya li ser PKK'ê qebûl nake."

BANGA JI BO TEVLÎBÛNA LI ÇALAKIYAN

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê KON-MED'ê (Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Ewropayê) di serî de navendên civaka demokratîk a Kurd ên li Elmanyayê, pêkhateyên me hemû, di sala 27'an a qedexeya li ser PKK'ê de bi rêxistinên Elman, Kurd û koçberan ên demokratîk re ji bo civakeke demokratîk, ekolojîk, femînîst û azadîparêziyê rabin ser piyan, ji bo bidawîkirina qedexeya li ser PKK'ê tevbigerin û bi hev re têbikoşin. Li ser vê bingehê 21'ê Mijdara 2020'î roja Şemiyê wê li dehan bajarên Elmanyayê li dijî qedexeya li ser PKK'ê çalakî bên lidarxistin û bang li her kesî dikin ku tevlî van çalakiyan bibin."