Banga ji bo boykotkirina malên Tirkan zêde dibe

Kurdistaniyan li bajarê Pavia yê Îtalyayê dagirkirina Efrînê şermezar kirin û ji bo boykotkirina malên Tirkan bang kirin.

Ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê, Kurdistanî tevî dostên xwe li bajarê Pavia yê Îtalyayê li hev civiyan.

Çalakî saet 16:30'î li ber Walîtiyê pêk hat. Çalakgeran diyar kirin ku Rûsya ji ber ku qada hewayî li dewleta Tirk vekiriye hevkarê komkujiyê ye û bêdengiya Ewropayê jî nayê bûlkirin.

Qisekeran gotin, "Di demekê de ku Kurd li dijî DAÎŞ'ê ji bo mirovahiyê şer dikin, bêdengiya li pêşberî êrîşa dewleta Tirk a li dijî YPG'ê ji bo me cihê şermê ye."

Kurdistaniyan ji bo boykotkirina tûrîzm û malên Tirkan bang kirin.