Bandora ewr li ser germahiya global: Dibe ku zêdetir bibe
Li gorî gotareke ku li The Gûardîanê hate weşandin, êdî gelekî dereng e ku germahiya global heta dawiya sedsalê di asta 1.5 pileyî de bê hiştin.
Li gorî gotareke ku li The Gûardîanê hate weşandin, êdî gelekî dereng e ku germahiya global heta dawiya sedsalê di asta 1.5 pileyî de bê hiştin.
Gotar bi îmzeya Jonathan Watts di 13'ê Hezîranê de hate weşandin û balê dikişîne ser metirsiya mezin a germahiya global ku ji texmînan jî mezintir e. Di gotarê de hate ragihandin ku bandora germahiya global wê girantir bibe û bi taybetî rola ewrên 'notr' a li ser germahiya global hate bibîrxistin.
Di gotarê de mijareke ku bi taybetî tê destnîşankirin, gotarên zanistî yên li ser rola ewran a li ser hesasiyeta avhewayê ye. Li gorî vê yekê, ewr germa ku ji ber belavbûna gaza serayê li atmosferê der bûye, zêdetir dikin.
Di gotara Watts de tê bibîrxistin ku di dema piştî sala 1980'î de li ser asta hesasiyeta avhewayê heta niha texmîna zêdebûneke 3 pileyî ya germahiyê dihate kirin. Beriya şoreşa pîşesaziyê ya sedsala 19'an dihate texmînkirin ku bi du qatbûna rêjeya karbondîosîtê ya li atmosferê, dihate texmînkirin ku germahiya global bi 3 pileyî zêde bibe.
Gelek pisporên ku gotara li The Gûardîanê şîrove kirin, heman nêrîn parve kirin. Ji berdevkên Greenpeace Clement Senechal jî diyar kir ku rola ewran a di germahiyê de heta niha 'bêbandor' an jî 'notr' dihate dîtin.
Dîrektorê Enstîtuya Lêkolîna Bandora Avhewayê ya Potsdam a Elmanyayê Johan Rockstrom jî ji rojnameyê re axivî û diyar kir ku bi modelkirinên nû re ew li bendê ne ku germahiya global di navbera 3 û 5 pileyî de zêde bibe. Rockstrom destnîşan kir ku ev mijar cihê fikaran e.
Rockstrom bi bîr xist ku texmîna heta niha ji bo germahiya global dihate kirin, rêjeya herî bilind 3 pile bû, lê belê bi pîvandinên li kompûtera super hate kirin, dibe ku encamên xwe girantir be.