Ban Kî-moon û Kerry: Pevçûna li Sûriyê bi rêyê leşkerî çareser nabe
Ban Kî-moon û Kerry: Pevçûna li Sûriyê bi rêyê leşkerî çareser nabe
Ban Kî-moon û Kerry: Pevçûna li Sûriyê bi rêyê leşkerî çareser nabe
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-moon û Wezîrê Karên Derve yê DYE John Kerry dan xuyakirin ku pevçûna li Sûriyê bi rê û rêbazên leşkerî nayê çareserkirin. Ban Kî-moon bibîr xist ku ji destpêka pevçûnên li Sûriyê û vir ve zêdeyî 100 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û xwest, ji bo konferanseke aştiyê hewldan bên dayîn.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-moon û Wezîrê Karên Derve yê DYE John Kerry li avahiya NY ya li New Yorkê hatin cem hev. Kî-moon û Kerry beriya civînê daxuyanî dan rojnamevanan û diyar kirin ku ji pevçûnên 28 mehan li Sûriyê re, çareseriyek bi rêya leşkerî ne gengaz e.
Ban Kî-moon di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku zêdeyî 100 hezar kes li Sûriyê jiyana xwe ji dest dane û bi milyonan mirov jî neçar mane cihê xwe biguherînin an jî koçî welatên cîran bikin.
Sekreterê Giştî yê NY got, "Divê em dawî li vê pevçûnê bînin û herdu alî dest ji çalakiyên xwe yên tundiyê berdin. Komkiirna konferanseke aştiyê li Cenevreyê şert e." Ban Kî-moon da xuyakirin ku ew hêvîdar e konferansa mijara gotinê di meha Îlonê de bicive.
KERRY: LI SÛRIYÊ, ÇARESERIYE LEŞKERÎ NÎNE
Piştî konferansa yekemîn a par li Cenevreyê hat lidarxistin, DYE û Rûsya amadekariyên konferanseke nû dikin. Civîna nû diviyabû di meha Hezîranê de bihata lidarxistin, lê belê ji ber lihevnekirina li ser armanc û beşdarên civînê û dewamkirina pevçûnan, nekarî pêk bihata.
Serokê nû yê mûxalefeta Sûriyê Ahmed Jarba jî ji bo bi John Kerry re hevdîtinê bike, li New Yorkê ye. Piştî vê hevdîtinê, şandeya mûxalefetê wê bi Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re bê cem hev.
Wezîrê Karên Derve yê DYE John Kerry berî rojekê bi hempişeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re hevdîtin pêk anî û di daxuyaniya xwe ya îro de got, "Li Sûriyê çareseriya bi rêya leşkerî tineye, bi tenê çareseriya siyasî heye."
Kerry got, "Em hînê dixwazin herdu aliyan, ji bo başkirina konferansa 1. a Cenevreyê, bînin konferansa 2. a Cenevreyê. Kerry diyar kir ku dema şert û merc guncaw be, ewê ji bo lidarxistina vê konferansê her tiştî bikin.