Baluken: Hikûmetê detayên nexşerê bi me re parve nekir

Baluken: Hikûmetê detayên nexşerê bi me re parve nekir

Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken diyar kir ku hikûmetê metna pêşnûmeya di çarçoveya nexşerêya pêvajoya çareseriyê de hatiye amadekirin nîşanî wan dane lê der barê detay û gavên ku bên avêtin de tu agahiyê nedane wan.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken li meclîsê têkîldarî bûyerên li Çewlikê agahdariyeke berfireh da. Baluken destnîşan kir ku der barê bûyera li Çewlikê de gelek pirs hene û ev yek jî dihêle gumana provokasyonê bi wan re çêbe. Baluken got ku ronîkirina bûyerê ji bo pêvajoya çareseriyê mecbûrî ye. Li ser pirsa xebatkarên çapemeniyê ya der barê nexşerêya pêvajoy çaraseriyê de jî bersiva “pêşnûmeya metna nexşerê hikûmetê b ime re parve kir” da.

Baluken piştre der barê mijarê de agahî da DÎHA’yê da zanîn ku peyama daye ji cewherê xwe hatey dûrxistin û ev tişt anî ziman: “Tişta min got ev e: Metna pêynûmeyê ya ji rûpeleke pêk tê nîşan îme dane. Lê detayên nexşerêya pêvajoya çareseriyê, naveroka wî, gavên çawa dê bênavêtin, dê kîjan sererastkirin bên kirin tişte ku bi mere hatibe parvekirin an jî di vê mijarê de nêrînên me nehatiye girtin. Tenê metna pêşnûmeyê nîşanî me dane.” Baluken der barê metna ku dîtine de şîrove nekir.