Balûken: Çete hîn jî ji ser Tirkiyeyê derbas dibin
Serokwekîlê Koma HDP’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Balûkên têkîldarî polîtîkayên AKP’ê yên Sûriyeyê de pêşnûmepirs da Serokwezîr Ahmet Davûtoglû.
Serokwekîlê Koma HDP’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Balûkên têkîldarî polîtîkayên AKP’ê yên Sûriyeyê de pêşnûmepirs da Serokwezîr Ahmet Davûtoglû.
Serokwekîlê Koma HDP’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Balûkên têkîldarî polîtîkayên AKP’ê yên Sûriyeyê de pêşnûmepirs da Serokwezîr Ahmet Davûtoglû.
HDP’ê têkîldarî polîtîkayên Sûriyeyê ji Davûtoglû pirs kirin. Balûken pêşnûmepirs da û wiha got: “Endamên rêxistina terorî ya sûcê mirovatiyê dike li Tirkiyeyê bi hêsanî digerin û heta li nexweşxaneyên dewletê bê pere tên tedawîkirin. Ev agahî êdî ne veşartî ne jî.”
'JI SER TIRKIYEYÊ ŞERVAN DERBAS DIBIN; HETA LI TIRKIYEYÊ TEDAWÎ JÎ DIBIN'
Balûken di pêşnûmeyê de wiha got: “DAIŞ, El-Nûsra û Ehrar El-Şam a tê zanîn ku girêdayî Nûsrayê ye, ji ser Tirkiyeyê hê jî şervanan derbas dikin, di serî de petrol, çek û bazirganiya mirovan, tevnek bazirganî ya derveyî qanûnan hatiye avakirin, endamên rêxistina terorî ya sûcê mirovatiyê dike li Tirkiyeyê bi hêsanî digerin û heta li nexweşxaneyên dewletê bê pere tên tedawîkirin. Ev agahî êdî ne veşartî ne jî.”
'HÛN PIŞTGIRIYA KÎJAN HÊZAN DIKIN?'
Balûken ji Serokwezîr Davûtoglû xwest ku bersiva van pirsan bide:
"1- Rêxistinên hûn weke 'hêzên muxalîf' pênase dikin ên ku hikûmeta we an jî saziyên girêdayî hikûmeta we piştgiriya wan kiriye an jî hê piştgiriyê didomîne navê wan çi ne? Di rêveberiya van rêxistinan de kî hene? Heta niha we çi piştgirî ji van rêxistinan re şandine?
2- Di agahiyên raporên gihiştin destên we de di nav qada şervanên biyanî yên li Sûriye ku hûn wek cihê Tirkmenên Bayir Bûcak pênase dikin de, girêdayî rêxistinên terorî yên wek girêdayî El Kaîde, Nûsra, Ahrar El-Şam ti kes hene? An jî li gor fikra we ev şervanên biyanî ji bo parastina Tirkmenên Bayir Bûcak tenê ji Tirkiyeyê tên herêmê?
3- Tê zanîn ku sala par dema çeteyên DAIŞ’ê li herêma Bayir Bûcak gelê Tirkmen di komkujiyê re derbas kirin hikûmeta we nekete nav hundirê ti helwestek siyasî. Di vê rewşê de hûn difikirin ku bersivek raya giştî tatmîn bike a ku hikûmeta we li wê herêmê ji Tirkmenên Bayirbûcak zêdetir bi mijara ew herêm di bin kontrola kê de ye re têkîldar e bidin?
4- Têkîldarî binpêkirinên sînor ên endamên DAIŞ, El Nûsra û Ahrar El-Şam der heqê ku hûn ti tedbîran nagirin ji civaka navneteweyî û ji muxalefeta hundirîn rexneyên cîdî tên. Tevî vê jî heta îro têkîldarî derbasbûna van rêxistinan ên di sînor de ti tedbîrên hikûmeta we çênebûne. Di vê rewşê de mirov dikare bibêje ku li hember van rêxistinan pîvanên angajmanê nayên bikaranîn? Li sînor pîvanên angajmanê ji bo kîjan rêxistin û rewşên din ne derbasdar in?
5- Dema PYD’e û Hêzên Demokratîk ên Sûriye li hember DAIŞ û El-Nûsra têdikoşe wek hikûmetek di vê pozîsyona wek piştevaniya DAIŞ’ê hûn ketinê de têkîliyên xwe bi feraseta we ya 'kûrahiya stratejîk' çi ye?
6- Modela we ya çareseriyê ya hûn ji bo Sûriyeyê dixwazin, vîzyona we ya tenê ‘çûyina Esad’ derbas dike heye? Wê hebûna van rêxistinên fûndementalîst di 'Sûriyeya nû' de çi bin? Potansiyela ku li kêleka sînorê me avabûna Afganîstanek nû ji aliyê hikûmeta we wek tehdîdekê tê dîtin?
7- Li nêzî sînorên Tirkiyeyê rewşek wek 24’ê Mijdarê çêbibe, ger pîvanên angajmanê pêk werin, li hember rîska şerekî hûn difikirin ku li şûna hûn xwe tavilê bispêrin NATO’yê têkîliyan bi raya giştî ya hundirîn û hikûmeta Rûsyayê re dînin?
8- 6 YPG’yiyên birîndar ku ji deriyê Murşîtpinarê bi destûra fermî ketin Tirkiyeyê, dema li Enqereyê tedawî didîtin bi binçavkirinê ji deriyê sînor ê Cîlvegozû yê di bin kontrola Ahrar El-Şam dîl hatin teslîmkirin, di vê mijarê de hê jî ji hikûmeta we ti îzahat nehatine kirin, ev jî tê wateya ku we vî sûce şer qebûl kiriye?"