Balûken alîkariyên ji bo Kobaniyan pirsî

Balûken alîkariyên ji bo Kobaniyan pirsî

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken destnîşan kir ku piraniya alîkariyên ji bo Kobaniyan ji aliyê organîzasyonên civakî yên sivîl û rêveberiyên herêmî ve hatine kirin. Balûken ji Serokwezîr Davûtoglû pirsî ku hejmara mirovên ji Kobanê hatine Tirkiyeyê, cihê ev mirov lê dimînin û çend ji van cihan ji aliyê dewletê ve hatine pêşkêşkirin, pirsî.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û Parlamenterê Çewlikê Îdrîs Balûken, der barê alîkariyên ji bo Kobaniyan de, pêşniyar pirsek pêşkêşî Serokwezîr Ahmet Davûtoglû kir û jê xwest, bersivê bide van pirsan:

"Heta 04.11.2014'an ji bo bersiv ji pêwîstiyên stargeh, tenduristî û xwarinê yên welatiyên ji Kobanê hatine, ji çavkaniyên dewletê pareke bi çi rengî hatiye veqetandin û dayîn?

Piştî êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, bi armanca alîkariya însanî û tibbî çiqas TIR ên ji alîkariyê ji Kobanê re hatine şandin? Çiqas ji van alîkariyan ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl û rêveberiyên herêmî, çiqas jî ji aliyê fînansmana dewletê ve hatiye dayîn?

Yên ji Kobanê hatine di kîjan peryodan de kontrola wan a tenduristiyê tê kirin? Piştî vê kontrola tenduristiyê, xizmetên tedawiyê bêkêmasî bicih tê anîn?

Pêwîstiya hin mirovên ji Kobanê û herêmên din hatine bi dermanên ji derve bê anîn heye. Di vê mijarê de pirsgirêk tên jiyîn. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan xebateke we heye?

Bi hatina zivistanê re tê zanîn ku mercên jiyanê yên welatiyê ji Kobanê, Şengal û Sûriyeyê hatine, wê zehmet bibe. Beriya hatina mehên zivistanê, tedbîrên ku ji aliyê pêwîstiyan ve hatine girtin hene? Di vî warî de planek hatiye kirin? Eger hatibe kirin çiqas ji para çavkaniya dewletê hatiye veqetandin?"