Balafirgeha Hambûrg ji aliyê ciwanan ve hate dagirkirin
Li balafirgeha Hambûrg a Elmanyayê, endamên Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku her roja diçe girantir dibe çalakiya bêîtihatiya sivlîl lidar xistin.
ANF
HAMBÛRG
şemî, 13 gelawêjê 2016, 22:58
Ciwanên ku li hember agahînegirtina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku ji 5’ê Nîsana 2015’an ve her ku diçe hêrsa wan mezin û belav dibe, li balafirgeha Hambûrgê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “ Bê Serok Jiyan Nabe” û “ Ji Ocalan Re Azadî” tecrîda girankirî şermezar kirin. Koma ciwanan a ku ji 50 kesan pêk dihat tevî hewldanên faşîst û mudaxeleya zêde ya polîsan jî çalakiya xwe dewam kirin, bala gelê li balafirgehê kişandin ser xwe. Ciwanên ku azadiya Ocalan qîr kirin, diyar kirin ku heta ‘Ocalan azad bibe’ wê çalakiyên xwe bi hemû biryardariyê bidomînin.