Balafirên şer ên Tirk careke din bombe li cihên sivîlan barandin

Balafirên şer ên Tirk, 8'ê Çileyê bombe li cih û warên sivîlan ên li herêma Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê barandin. Ji ber bomberdûmanê xisar li dehl û rezên gundiyan bû.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, balafirên şer ên Tirk roja 8'ê Çileyê bombe li gundê Pîrbûla û derdora wê, girê Şehîd Cûdî û herêma Keşanê yên li herêma Heftanînê ya Zaxoyê barandin.

Ji ber bomberdûmanê xisar li dehl û rezên gundiyan bû.

Balafirên şer ên Tirk roja 8'ê Çileyê saet di navbera 14:00-16:00 de qadên Kolit, Ermûş, Geliyê Reş, Mislokê ên Xakurkê, quntarên Evdilkovî û gundê Latan ê Sideqayê bombe kirin.

Balafirên şer saet 14:30'î jî bombe li Deşta Kafya ya herêma Garê barandin.