Bakûrê Kurdistanê di bin berfê de ye

Bakûrê Kurdistanê di bin berfê de ye

Li Bakûrê Kurdistanê di rojên dawî de berfa zêde rê li sedan gundan girt û jiyan li welatiyan zehmet kir. Welatiyên ku rê li wan hatin girtin, di mal, tax, gund û navçeyan de asê man û mexdûr bûn. Ji ber berfa zêde rêyên nêzî 4 hezar gundan hate girtin. Hate zanîn ku, ceyrana sedan gundan qut bû. Seferên gelek fîrmayên otobusan hatin betalkirin.

Hefteyeke li gelek bajarên Tirkiyeyê dibare. Berfa zêde bi hezaran rê ji çûn û hatinê re girtin. Bi taybetî li bajarên Bakûrê Kurdistanê bi hezaran rêyên gundan, navçe û bajaran ji çûn û hatinê re hatin girtin. Li Sêrt, Mêrdîn, Amed, Şirnex, Meletî, Çewlîk, Xerpêt, Dêrsim Bedlîs, Êlih, Wan, Colemêrg, Agirî, Îdir, Qers, Erzirom, Erdexan û navçeyên wan rê hatin girtin. Gelek dibistan ketin betlanê û welatiyên li gundan di malên xwe de asê man.

Li Şirnexê 3 rojin li ser hev berf dibare û rêyên 50 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin. Rêya Şirnex, navçe û bajarê girêdayî wê li trafîkê hatin girtin. Li gelek cihan aşût ket û rê hatin girtin. Ji ber berfa zêde 2 roj navber dan perwerdeyê. Li Meletiye jî ji ber berfa zêde rêyên 236 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin. Li Elezîzê jî rêyên 334 gundan hatin girtin. Rêya di navbera Çewlîk û Erziromê de hate girtin. Li Amedê jî rêyên gelek navçeyan hatin girtin.

LI WANÊ RÊYÊN 391 GUNDAN HATIN GIRTIN

Li wanê jî 55 gundên navendê û bi tevahi navçeyan rêyên 391 gund û navçeyan hatin girtin. Li Colemêrgê jî bajar di bin berfê de ma. Rêya Wan û Colemêrgê ji çûn û hatinê re hate girtin. Bi tevahî rêya 132 gund rêya 375 mezrayan hatin girtin. Li hin cihan heta 2 metreyan berf bilind bû.

LI MÛŞÊ RÊYÊN 138 GUNDAN HATIN GIRTIN

Li Mûşê jî bilindahiya berfê heta 2 metreyan bilind bû. Heta niha rêyên 348 gundan hatin girtin û ceyrana 138 gundan qut bû.

LI BEDLÎSÊ RÊYÊN 300, LI AGIRIYÊ JÎ RÊYÊN 527 GUNDAN HATIN GIRTIN

Li Bedlisê rêyên nava bajar, navçe û gundan tev hat girtin. Li Bedlisê bi tevahî rêyên 300 gundan hatin girtin. Li Agiriyê jî rêyên 527 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin. Li navenda bajar berf 20 santiman ket.

LI ERZIROMÊ RÊYÊN 645 GUNDAN HATIN GIRTIN

Li Erziromê jî ji ber berfa zêde rêyên 645 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin. Li Îdirê jî rêyên 110 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin. li Qersê jî rêyên 58 gundan hatin girtin. Li Erexanê jî rêyên 16 gundan hatin girtin.