Bakûrê Koreyê bang li biyaniyan kir ku welat terk bikin
Bakûrê Koreyê bang li biyaniyan kir ku welat terk bikin
Bakûrê Koreyê bang li biyaniyan kir ku welat terk bikin
Bakûrê Koreyê, gefa xwe ya şerê nuklerê dubare kir û xwest hemû biyaniyên li Başûrê Koreyê dijîn welat berdin biçin. Her wiha li navenda Tokyo patrîotên xwe bi cih kirin û fikarên ku dê nêzî 10’ê nîsanê de ceribandina fuzeyan bê kirin.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî KCNA’yê berdevkê komîteya Aştiyê ya Pasîfîk-Asyayê ya Bakûrê Koreyê wiha gotiye: “Ger ku şer destpê bike, em naxwazin biyaniyên li Başûrê Koreyê zirarê bibîne.”
LI NAVENDA TOKYO PATRÎOT BICIH KIRIN
Di saetên serê sibê de li paytexta Tokyo a Japoanyayê li cihê ku Wezareta Parastinê heyî du fuzeyên din yên Patrîot hatin bicihkirin. Bi vê yekê re hewl didin fuzeyên ji Bakûrê Koreyê tên asteng bikin. Li gorî çapemeniya Japonayayê dê li du sîteyên din yên derdora paytextê Patrîot bên bicihkirin.
Li gorî wezareta Parastinê dê du bataryayên patrîotan li başûrê Japonyayê li girava Okînawa bên bicihkirin. Wezîrê Parstinê Itsunorî Onodera ji bernameyeke televîzyonê re axivî û got, cihên ku herî lezgîn bersivê bide Okînawa ye û got, dikare her tim bataryayên patrîotan li wir bimîne.
Berdevkê wezarete diyar kir ku, artêşa Japonayayê hemû rayeya ku dê fuzeyên ji Bakûrê Koreyê bên, tune bike girtiye.
FIKARA CEREBANDINA FUZEYAN
Hate hînbûn ku, Bakûrê Koreyê hefteya borî bi trenê ji du Musuyan fuzeyên xwe barkirine û li ser wesayîtên ku bi fuzeyan hatine amadekirin, bicih kirine. Başûrê Koreyê, fikarên wan yên ku dê di rojên pêş de Bakûrê Koreyê ceribandina fuzeyan bike, zêde dibe. Tê gotin ku, ev fuze dikare li Başûrê Koreyê û Japonyayê bixe. Her wiha ev fuze bi barekî sivik 4 hezar kîlometre dur dikare hedef bigire.
Li gorî Başûrê Koreyê, Pyongyang dikare nêzî 10’ê nîsanê ceribandina fuzeyan bike.
HERÊMA HERÎ LEŞKERÎ YA CÎNAHÊ YE
Giravanîvê ya Koreyê, bi hebûna xwe ya herî aliyên leşkerî, herêma herî leşkerî ya cîhanê ye. Çavdêr li ser kapasîteya fuzeya ya bi ser navê Nukleera Bakurê Koreyê, nêrînên cuda destnîşan dikin. Bakûrê Koreyê, ji fuzeyên xwe yên Scud yên menzîla wan 700 km re ye, li gorî texmînan xwedî kapasîteyeke leşkeriye.