Bahçelî li Dêrsimê rastî kolanên vala hat

Bahçelî li Dêrsimê rastî kolanên vala hat

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, hat Dêrsim a dikan lê nehat vekirin û ji aliyê polîsên ji deh bajaran ve hat dorpêçkirin û Walîtî ziyaret kir.

Li cihê destpêkê yê serdana Bahçelî li Kolana Ataturkê ku Walîtî lê ye, hejmareke zêde ya polîsan bi maşînên zirxî û TOMA'yan tedbîrên tund ên ewlekariyê girtin. Bi armanca şermezarkirina hatina lîderê MHP'ê Bahçelî, ji bilî firin û dermanfiroşan, dikandaran dikanên xwe venekirin.

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî jî bi hejmarek zêde endamên partiya xwe re, Walî Osman Kayman ziyaret kir.

Bahçelî yê bi konvoyeke dirêj a ji wesayîtan ji Elezîzê hat Dêrsimê, li derveyî bajêr bi nîşaneya "bozkûrt" hat pêşwazîkirin.

Bahçelî li avahiya Walîtiyê Deftera Şerefê îmze kir, dûre li çapemeniyê girtî bi Walî Osman Kaymak re hevdîtin kir.

Bahçelî di derketina ji Walîtiyê de daxuyaniyek da rojnamevanan û got, "Ti cih nîne ku em nikarin biçin. Vaye li vir im. Em ne dest ji mirovê xwe ne jî dest ji welatê xwe berdidin. Em ne ji xiyanetê ditirsin ne ji yên heram dixwin xwe vedigirin. Ev ji bo me, pîvanên bingehîn ên doza me ne."

Bahçelî bûyerên li Dêrsimê yên asla 1937 û 38'an weke serhildanê bi nav kir û yên tevlî serhildanê bûn jî weke "rêxistina terorê ya cihêkar" pênase kir û got, "Em hatin vir dilê xwe bikin yek. Ji bo pêşî li kesên dixwazin provokasyonê têxin navbera me û Tûnceliyan em hatin. Niha wê Serokwezîr çi bike. Ti dewleteke Tirk di tevahiya dîrokê li pêşiya kesî çongê xwe natewîne, eger me çong bitewandibûya, dest maçîbikira, me yê nekarîbû behsa serxwebûnê û bajarekî me yê mîna Tûncelî bikira. Etnîk û mezheb çi dibe bila bibe, welatê me yek e, êş û kêfxweşiya me yek e." Bahçelî axaftina xwe bi gotina, "Çi bextewer e yê ji xwe re dibêje Ez Tirk im" bi dawî kir.