Bagera Mahasen gihaşt Bangladeşê
Bagera Mahasen gihaşt Bangladeşê
Bagera Mahasen gihaşt Bangladeşê
Bagera Mahasen, peravên başûr ên Bangladeşê xist bin bandora xwe.
Bager bi leza 100 km'yî ji saetê, îro xwe gihand herêma Patuahalî. Dûre jî berbi herêmên Chittagong û Cox'e Bazaar bi pêş ket. Rayedaran, ji bo herêmên Chittalogn û Cox'ê Bazaar ên di asta deryayê de nizmin, asta alarma ji 10'an derxistin 7'an.
Li herêma Patuahali, ava deryayê bilind bû û ji ber vê yekê gelek klûbe hilweşiyan. Her weha fikar tê kirin ku ji ber bilindbûna ava deryayê li nava bajêr lehî rabe û erd bişemite. Rayedarê meteorolojiyê Mûhammed Şah Alam da xuyakirin, ku bagera Mahasen di rêwîtiya xwe ya dawî de dijwan nebûye, lewma ew ne li bendê de ne ku bager rê li ber zerarên mezin veke. Eger dijwariya bagerê kêm bibe, tê payîn Bîrma û bakurrojhilatê Hîndîstanê nekevin bin bandora vê karesatê.
Rayedarê Neteweyên Yekbûyî der heqê mijarê de dabû xuyakirin, ku bagera Mahasen ji qategoriya 1'ê gihaştiye vê astê. Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de ragihand, ku herçend bagerê dijwariya xwe wenda kiriye jî, bandoreke neyînî li herêmên Okyanûsa Hîndîstanê kiriye.