Bagera Haiyan gihaşt Vîetnamê

Bagera Haiyan gihaşt Vîetnamê

Bagera Taiyan a ku hemû bajarên Fîlîpîniyan ên li ser rêgeha xwe hilweşand, îro danê sibê gihaşt peravên Vîetnamê. Tê gotin, li herêma ku bi sedhezaran mirov jê hatin derxistin, xesareke mezin rû daye.

Di encama bagera ku bi leza saetê 150 kîlometreyî li peravê da de, li gorî agahiyên destpêkê 6 kesan jiyana xwe ji dst dan.

Li Fîlîpînan jî asta karesata bagerê her diçe mezin dibe. Rayedarên Fîlîpîniyan dibêjin zêdeyî 10 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina Xaça Sor a li Fîlîpînan da xuyakirin ku zelal bûye heta niha 1,200 kesan jiyana xwe ji dst dane, lê belê têkiliya bi herêmên bejahî qut bûye. Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî ragihand ku windahiya 10 hezar mirovan hejmareke rasteqîn e.

Hin şahidên li bajarê Tacloban ê herî zêde ket bin bandora bagerê ragihandin ku di dema bagerê de pêlên deryayê gihane qatê duyemîn ên avahiyan, lewma gelek mirovên li xaniyên ji yek qatî dijiyan, jiyana xwe ji dest dane.

Tevahiya binesaziya bajar, ji ber bagerê hilweşiyaye. Li herêma karesat lê bi bandor bû, pirsgirêkên ava vexwarinê heye, elektrîk û telefon jî bi temamî qut bûne.

Tê gotin di nava kaosa ji ber karesatê de li gelek cihan bûyerên şêlandin û kuştinê rû didin.

Ji ber vê yekê nêzî 10 hezar polîs û leşkera li herêma Leyte hatin bicihkirin. Li cihên din ên welêt jî hejmareke zêde xebatkarên tenduristiyê hatin veguhastin.

Bi aşkerabûna asta karesatê re civata navneteweyî jî ji bo alîkariyê ket nava tevgerê. Destpêkê alîkariya xwarinê ya ji 14 mîlyon dolarî hat şandin. Bernameya Qûtê ya Cîhanê jî da xuyakirin ku veguhastina karibe 120 hezar mirovan xwedî bike, hatiye kirin.

BAGERA HERÎ MEZIN A DÎROKÊ

Meteorog diyar dikin ku bagera Haiyan dibe ku bagera herî mezin a dîrokê ye. Bagera Haiyan ji bagera Katrîna ya di sala 2005'an de li DYE xist 3.5 qatan mezintir û xurtir e. Tê gotin, pêçandina birînên ji ber vê bagerê û çareserkirina zerarên derketine holê, dibe ku bi salan dewam bike.