Ayna: Eger di şer de israr bike, wê AKP mîna DYP'ê ji holê rabe

Endama Platforma 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' û Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna diyar kir ku eger AKP di şer de israr bike, mîna partiyên beriya xwe DYP, ANAP û DSP wê tine bibe.

Endama Platforma 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' û Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna diyar kir ku eger AKP di şer de israr bike, mîna partiyên beriya xwe DYP, ANAP û DSP wê tine bibe. Ayna destnîşan kir ku tiştekî Kurdan ê winda bike nîne û got, "Şer wê we jî, dewleta Komara Tirkiyeyê jî biqedîne." Ayna bang li AKP'ê kir ku dest ji polîtîkayên xwe yên şer berde û hevdîtinên bi Ocalan re tavilê bide destpêkirin.

Endama Platforma 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' û Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna, der barê tecrîda li ser Ocalan û amadekariyên AKP'ê yên ji bo şer, ji ANF'ê re peyivî.

Ayna polîtîkaya AKP'ê ya li hemberî Kurdan weke "polîtîkaya nenaskirina mafê Kurdan" pênase kir û got, "Nêîkatiya li Rojava yan jî nêzîkatiya li Kurdên li Tirkiyeyê bi vî rengî ye." Ayna got, "AKP di tevahiya rêveçûna pêvajoya çareseriyê de li bendê ma ku Birêz Ocalan banga 'dest ji çekê berde, ji çiyê dakeve' li gerîla bike" û ev xal destnîşan kir: "Lê belê bersiv ji pirsa 'em mirov çima derketine serê çiyê?' nîne. Yekane sedema hevdîtina AKP'ê ya bi Birêz Ocalan re ev e." Ayna ragihand ku ev polîtîkaya AKP'ê rê li ber çareseriyê venake û ji bo Kurdan jî polîtîkayeke neçareseriyê ye.

Ayna bibîr xist ku gel heta roja îro, ji bo azadiya baweriyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane desngê xwe daye AKP'ê û got, "Lê belê di encama 12 salên desthilatdariyê de nuqteya ku AKP gihaştiyê; li şûna azadiya baweriyan, zexta baweriya xwe a li ser baweriyên din e. Gel ji vê re got bisekine. Ya duyemîn jî gel got, 'Ji ber ku te got mafên Kurdan heye, min te anî ser desthilatdariyê. Ji ber ku tu pêvajoya çareseriyê dimeşîne min desteka xwe dewam kir'. Lê belê piştî ku Erdogan di pêvajoya hilbijartinê de mase hilweşand, gel di sindoê de goti 'bisekine'. Hişyarî da. Gel got, 'Eger tu vê hişyariyê li ber çavan negire, di mijarên azadiya baweriyan û mafên neteweyî de di înkarê de israr bike, ez ê te biqedînim'."

'HEMÛ JI HOLÊ RABÛN'

Ayna DYP, ANAP û DSP bibîr xist û got, "Hemû bi gotina 'Em ê pirsgirêka Kurd çareser bikin' hatin ser desthilatdariyê. Çîller got, 'Em dikarin li ser modela BASK'ê bipeyivin'. Lê piştî ku kincê leşkerî xwe kir û ji operasyonên leşkerî re serkêşî kir, ji holê rabû. Rewşa ANAP'ê jî bi heman rengî bû, ji holê rabû. Ya AKP niha dijî jî, heman rewş e."

Endama Platforma 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' û Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna da xuyakirin ku gel bi derbaskirina HDP'ê ji bendê re peyama "Tu neçare vîna siyasî ya Kurdan nas bike" daye AKP'ê û got, "Eger AKP vê mesajê rast bixwîne, wê yekser hevdîtinên li Îmraliyê yên bi Serok Ocalan re destpê bikin." Ayna diyar kir ku divê hevdîtin ne li ser nîqaşa "Dest ji çekan berde", li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bimeşin.

Ayna anî ziman ku AKP di sekna xwe ya îro de helwesteke ji bo çareseriyê nîşan nade û got: "Em jî weke platform civiyan, em li ser kar û barên dikarin bikin axivîn. Di rojên pêş de em ê bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtinê bikin." Ayna axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Aştî ancax bi azadiya Ocalan re pêkane. Heta ku Ocalan li Îmraliyê be, yên dewleta Komara Tirkiyeyê bi rêve bibin wê her tim bi durûtî nêzî Kurdan bibin. Sedema ragirtina Birêz Ocalan li girtîgehê, destpêkirina têkoşîna mafan a Kurdan e. Azadiya wî jî wê were wateya; ji holê rabûna sedemên ragirtin, naskirina mafên Kurdan. Ji ber vê eykê em azadiya Ocalan bi aştiyê ve girêdayî dibînin."

Ayna da zanîn ku girîng e AKP tavilê kar û barên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bike diyar bike û got, "Eger pirsgirêka Kurd çareser neke, hemû hêzên diherikîne ser sînorê Kurdan wê bi ser wan de biherikin, wê weke destwerdana li Rojava bê nirxandin."

Ayna destnîşan kir, ku beriya avakirina hikûmeta koalîsyonê, AKP xwedî berpirsyariya ji nû ve destpêkirina hevdîtina bi Ocalan re ye û got, "AKP bi kê re koalîsyonê dike bila bike -MHP an jî CHP- pêwîste hikûmeteke ku pêvajoya di sala 2013'an de destpê kiriye, dewam dike, be."

'RÊYA LEŞKERÎ GELEK CARAN CERIBANDIN, NEBÛ'

Ayna da xuyakirin ku eger ev nebe, bi şer re wê dîsa mirov bimirin û got, "AKP'ê beriya niha gelek caran operasyona leşkerî meşand. Lê belê ti encam negirt. Ev yek bi vî rengî bi salan dewam kir. Bi şer, bi operasyonên leşkerî nekarî çareser bike. Îro jî ev dubare dibe. Eger operasyona leşkerî bike, wê leşker, û gerîla jiyana xwe ji dest bidin. Wê cenazeyê leşkeran, cenazeyên gerîlayan biçin bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê. Di merasîmên leşkeran de hêzên faşîst wê rabin ser piyan û hewl bidin Kurdan lînç bikin. Kurd jî wê di merasîma cenazeyê gerîla de hêrsa xwe ya li dijî dewleta Komara Tirkiyeyê nîşan bide. Ev hêrs wê bi xwe re baweriya jiyana ne bi hev re bîne. Ya ku Tirkiyeyê parçe bike, helwesta AKP'ê ya şer e."

Ayna da xuyakirin ku gelên Tirkiyeyê û cîhanê li dijî hovîtiya DAIŞ'ê gerîla ji xwe re weke ewlekariyê dibînin û got, "Eger dewleta Komara Tirkiyeyê di ewlekariya sînorê xwe de ji dil be, divê vê bi awayekî samîmî bibîne."

Ayna destnîşan kir ku şer wê dewleta Komara Tirkiyeyê biqedîne û got, "Erdogan û AKP ê biryara şer werbigirin, wê dewleta Komara Tirkiyeyê biqedînin."

'TIŞTEKÎ KURD WINDA BIKE NEMAYE'

Endama Platforma 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' û Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna da zanîn ku tiştekî Kurd winda bike nîne û got, "Eger Kurd li dijî wî şerî têkoşîna ebûnê bimeşîne, tiştekî ku bêje 'em ê filan tiştî winda bikin' nîne. Ti ji mafê wan bi destûra bingehîn nehatiye ewlekirin. Mînaka TRT Şeş, bi destûra bingehîn nehatiye ewlekirin. Îro hikûmetek vê qebûl dike, sibe dikare rabe. Pêwîste ev hemû bi destûra bingehîn were ewlekirin. Ev yek dikare Tirkiyeyê, dikare Erdogan, dikare AKP'ê rizgar bike."

Ayna ji bo AKP'ê got, "Ji şer hêviyan nekin, şer wê we jî biqedîne, wê dewleta Komara Tirkiyeyê jî biqedîne" û got, "Kurdan destê aştiyê dirêj kirine, ev şenseke."