Aydenîz serdana goristanê kir

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, serdana Goristana Karşiyaka ya Tetwanê kir. Aydenîz destnîşan kir ku desthilata êrîşî goritstanan dike wê tine bibin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn û li gel rêveberên DBP’ê û HDP’ê çûn serdana Goristana Karşiyaka ya li Tetwana Bedlîsê.

Şande bi wesîleya ku di rojên dawî de goristan tên xera kirin serdanê pêk anîn. Şande ewil çû serdana hunermenda Kurd Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) û piştre jî gorên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kir û duayan kirin. Hêjayî bibîr xistinê ye ku Hozan Mizgîn di 11’ê Gulana 1992’yan de li Tetwanê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû û duh salvegera bîranîna wê bû.

Hevserok Salîha Aydenîz di serdanê de axivî û wiha got: “Ev sê roj in em wek şandeyek goristanan ziyaret dikin. Duh em li Geverê bûn û îro jî em li Tetwanê ne. Armanca van serdanên me ew e ku em êrîşên li dijî goristanan veguhezînin rojeva raya giştî û hovîtiya li dijî goran eşkere bikin. Li Tetwanê êrişek nehatiye kirin. Lê wek ku hûn dizanin sê sal berê 268 cenaze ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin. Îro êrîşên li dijî goristanan pêk tên dewama êrişa li dijî Goristana Xerzanê ye.

Êrîşa li dijî goristanan di tu ol, feraset û hiqûqê de nîne. Em carek din dibêjin divê ku dest ji dijminahiya nirxên Kurdan were berdan. Yên ku van fermanan didin wê di bin van fermanan de bimînin. Ya rast ev êrîş wê dawî li dijminahiya AKP’ê û faşîzma wê ya li hember gelê Kurd bîne. Dijminahiya li dijî gelê Kurd wê tu demokrasiyê pêk neyne. Desthilata îro li Tirkiyê ne li pey demokrasiyê ne, tenê li pey berjwendiyên xwe û qesra xwe ne. Em carek din dibêjin divê demildest dawî li van êrîşên dijmanene were.”

Şandeyê piştî serdana goristanê malbatan ziyaret kir.