Aydar: Rêbertiya me beriya her tiştî ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyî Aydar di civîneke gel ya Zûrîhê de axivî û got, ‘’Hemû xebatên me wê ji bo tendirûstî û ewlekariya Rêber Apo be’’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyî Aydar di civîneke gel ya Zûrîhê de axivî û got, ‘’Hemû xebatên me wê ji bo tendirûstî û ewlekariya Rêber Apo be’’
Aydar ji bo salvegera Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê, serkefina Minbicê pîroz kir û slav kir. Aydar diyar kir, 15’ê Tebaxê mîladek e, azadiya Kurd ji her demê nêzîktir e û wiha pê de çû; ‘’Bi Minbicê re rêyeke nû vebûye. Em ê ji vir derbasî Efrînê bibin. Û wê mîsoger bike ku li Sûriyê federasyon demokratîk ava bibe’’
Aydar diyar kir, dema ku li Sûrî şer nû dest pê kirî, li Sûriyê tiştek nebû û wiha dom kir; ‘’Ti kesekî hêvî nedikir ku Kurd wiha bi rêxistin bibin. Lê niha em ketine pêvajoyeke wiha ku niha her kes Kurdan hesab dike û wiha hesabên xwe dikin. Li gel hemû dij çewisandinên dewleta Tirk jî, Kurdan li Rojava serketinên mezin bi dest xistine û di nêz de wê xwe bigihîne Efrînê, di navbera hemû kantonan de wê DAIŞ’ê paqij bike û Sûriyeya demokratîk, Rojavaya azad ava bikin.’’
Aydar diyar kir, serketina Minbicê dîrokî ye û got hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê ku li Tirkiyê pêk hatiye bi ser neketiye. Aydar diyar kir pêvajoya di pey wê re hatiye dij-darbe ye û got, di mijara arîşeya Kurdan de hemû hevkarên sûc in û destê hemûyan jî di xwîna Kurdan de heye.
Aydar destnîşan kir ku nêzîkatiyên AKP/Qesrê yên li hember HDP’ê di dema siyaseta nû de der ket holê û wiha got: “ Di nava siyasetekî ku Kurdan tesfiye bikin de ne. Lê Tirkiye di dîrokê de yek ji demê xwe yê herî zehmet de jiyan dike.”
Aydar diyar kir ku ji 15’ê Tîrmehê û şûn de ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehatiye girtin û têkildarî rewş û tendirustiya wî di nava fikaran de ne û wiha pê de çû: “ Em ji rewşa Ocalan bi fikar in. Em dixwazin ku raste rast bi Rêbertiya me re hevdîtin pêk bên. Niha rojeva me ya bingehîn rewşa Rêbertiya me ye, azadiya Rêbertiya me ye.
Di vê wateyê de hemû xebat û lêgerînên me ji bo tendirustî û ewlekariya Rêber Apo ye. Divê hemû gelê me li her cihê ku lê ne dakevin qadan û heta ku encamê bigirin di nav çalakiyan de bin. Divê CPT yan jî heyetekî din bi teqez biçin giravê û rewşê li herêm bişopînin. Pirsgirêk jiyana Rêbertiya me ye. Divê bi vê cîdîbûnê nêzîk bibin.”