Aydar: Ocalan yekem muxatabe

Aydar: Ocalan yekem muxatabe

Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Zubeyîr Aydar di 9’mîn Konferansa Navnetewî ya Kurdan de axivî û pêşniyarên çareseriyê yên aliyê Kurd pêşkêş kirin. Aydar diyarkir ku, “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Kurdan ve muxatabê yekeme”. Aydar ji bo hevdîtin encamek baş bigirin xwest îmkanê serbest tevgerkirinê bidin Ocalan. Aydar da zanîn ku, ew ji bo pozîtîf temaşeyî hevdîtinek nû dikin lê belê ew li benda samîmiyet û cidiyetê ne, “zikê me ji mijolkirinê têre.”

‘ALIYÊ TIRK PÊWÎSTE BI PROJEYEK YA ÇARESERIYÊ RÛNE SER MASEYÊ’

“Li rexmê ku aliyê Tirk di nava vê demê de gelek caran soz jî da, tu deman bi projeyek ya çareseriyê ne rûnişt ser masê. Kesên li ser navê Tirkiyeyê tevlî hevdîtina dibûn, piştî nîqaşan digotin, ‘em dê van hisûsan ji hikumetê re bibin, di rûniştina bê de em dê bersiva we bînin’. Lê belê tu deman bi bersivekî tetmîn kar nevegeriyane. Dema mijarên bingehîn dihatin rojevê digotin di van mijaran de rayeya me tuneye. Aliyê Kurd pêşniyara ‘bila heyetek biraye bê, çend rojan çend hefteyan dikêşe bila bikêşe, em birûnin heya em xala dawî lênedin berdewam bikin’ pêşkêşî wan kiriye, lê belê beramber tiştek nehatiye.”

Aydar da zanîn ku, di demekî ku hevdîtin zêdebûyîn û aliyê Kurd agirbest îlan kirî, operasyon û girtinên di bin navê ‘KCK’ê de destpêkirin, her wiha bibîrxist ku wê demê nîqaşên modela ‘Srî Lanka-Tamîl’ dihatin birêvebirin û planên tunekirina Tevgera Azadiya Kurd dihatin kirin. Ev hemû tiştên ku çêdibûn qeneta ku, “aliyê Tirk dixwaze bi hevdîtinan demê qezenc bike, textîka mijolkirinê bike û dema firsat dît derbeya dawî dane” bihêz dikir.

ZIKÊ ME JI MIJOLKIRINÊ TÊRE

Aydar destnîşan kir ku, “Ji Tîrmeha 2011’an ve pevçûnên tund rû didin. Hikumeta AKP’ê ku pir bibawer xwe bi modela ‘Srî Lanka-Tamîl’ ve kiribû li Kurdistanê nehat. Li Tirkiyeyê dîsan nîqaşên çareseriyê destpê kirin. Heya niha ji aliyê hikumetê ve helwestekî nû bo Kurdan nehatiye kirin. Ger daxwaza hevdîtinek nû hebe, dê aliyê Kurd pozîtîf nêz bibe. Lê belê pêwîste samîmî û cidî bin, ji ber ku zikê me ji mijolkirinê têre.”

PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ

Zubeyîr Aydar di dawiya pêşkêşkirinê de pêşniyarên çareseriyê yên aliyê Kurd aşkera kir.

“Weke aliyê Kurd helwesta me vekirî û zelale. Daxwazên me maqûl û demokratîkin.”

Aydar pêşniyarên çareseriyê di bin van sergotaran de rêz kirin:

1.Pêwîste makezagonekî demokratîk û nû ku hemû kesimên li Tirkiyeyê tevlî pêvajoya amadekirina wê bibin bê çêkirin. Li ser vî bingehî makezagona nû li ser bingehê Tirkiyeyîbûn û hemwelatiya makezagonî hemû nasnameyên netewan bê alî bin, yanî di makezagonê de behsa nasnameya Kurdan jî were kirin û bicih kirin.

2.Ji ber pêwîstiya qebûlkirina nasnameya Kurdan biguhertina zagonan re sererast kirina ziman û perwerdeya Kurdî; Pêwîste zimanê Kurdî ji dibistana seretayî heya zanîngehê weke zimanê perwerdeyê bê bikaranîn. Li bajarên ku Kurd lê zêde jiyana dikin, zimanê Kurdî li gel zimanê Tirkî weke zimanê duwemîn yê fermî were qebûl kirin.

3.Astengên pêşiya jiyankirin û pêşvebirina çanda Kurdî bên rakirin, hemû mafên ku ji çandên din re tê naskirin ji çanda Kurdan re jî bê naskirin. Pêwîste li pêşiya Radyo, TV û çapemeniyê astengiya çênekin.

4.Hemû astengî û qedexeyên li ser fikir, bawerî û azadiya fikir bêne rakirin, her wiha hemû kelemên pêşiya siyasetê bên rakirin.

5.Zagona Rêveberiya Herêmî ya Demokatîk bête li darxistin. Di serî de meclisên herêmî, rayeya vîna siyasî ya rêveberiyên herêmî yên demokratîk bên zêdekirin, li ser bingehê feraseta rêveberiya herêmî, xwesertiya demokratîk bête pêkanîn.

6. Sîstema cerdevantiyê bi tedbîrên aborî û civakî bê rakirin.

7.Ji bo birînên civakî bêne pecan û agahengên civakî yên xirab bûne bên sererast kirin, hemû astengiyên pêşiya kesên neçarhiştine ku koçber bibin, rakin û vegerin warên xwe. Zirara mexdûrên şer werin pêşkêş kirin, gundên gundiyan werin avakirin û jib o hilberînê, piştgiriya îdarî, hiqûqî û aborî were dayîn.

8.Pêwîste li herêma Kurdan serferbertiyek ya pêşketina aborî bê danîna holê û dewlet piştgiriyê bide. Ji bo teşebûsa taybet, di serî de kêmkirina bacê û krediyên erzan, her wiha çavkaniyên din yên ku razemeniyê teşwîq bike bên pêkanîn.

9.Li ser bingehê zagonekî beşdarbûnê ya demokratîk û aştiya civakî, civakên Kurd û Tirk beramber hevdû efo bikin. Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî jî di nav de her kes ji bo bi awayek azad tevlî jiyana civakî û siyasî bibe şert û merc werin pêkanîn. Penaberên li dervey welat jî jiyan dikin pêwîste daxilî jiyana siyasî ya demokratîk bên kirin.

10. Li gel çareseriyekî mayînde, gêrîla di nava zagonên mewcûd de weke hêza herêmî ya asayîşê yan jî bi statûyek nû di nava çareseriya demokratîk de hebûna xwe biparêze, çareseriyek bi wî awayî bê dîtin.

Pêşniyarên Pratîkê:

1.Di nav de her du alî, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî jî heyî Konseyek ya Makezagonê ku mijarên makezagonê û zagona bigire dest bê avakirin.

2.Di nav de her du alî û nûnerên hêzên eleqedar jî di nav de Konseya Aştiyê ya ku mijarên ewlekarî û rewşa hêzên çekdar bigire dest bê avakirin.

3.Ji bo bawerî, li hevkirin û aştiya demokratîk pêşbikeve Komîsyona Lêkolîna Edalet û Heqîqetê bê avakirin.

4.Pêwîste ev konsey û komîsyon raste rast têkiliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re çêbikin.

‘OCALAN JI ALIYÊ KURDAN VE YEKEMÎN MUXATABE’

Di vir de pêwîste mirov cihê Birêz Abdullah Ocalan diyar bike. Birêz Ocalan damezirêner û di aliyê hiqûqî de jî lîderê xwediyê mafê veto kirina biryarane. Heman demê de yekem kese ku, bandoriya wî li ser hêzên çekdar, hem ciwana û hem jî gel pir heye. Ji aliyê Kurdan ve yekem muxatabe. Ji bo hevdîtin encamê bigirin pêwîste tenduristî û ewlekariya wî bêxin bin garantiyê û serbest tevger bike.

Li gor me ev hemû dikarin çêbibin. Ev pêşniyarên me ne. Em ji pêşniyarên aliyê beramber, her kesê eleqedar re vekirine guhdar bikin û bigirin dest û binirxînin.”