Aydar: Konferansa li Amedê Kurdistanî ye

Aydar: Konferansa li Amedê Kurdistanî ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar têkildarî konferansa Yekîtî û Çareseriyê ya Bakûrê Kurdistanê ya îro li Amedê tê lidarxistin destnîşan kir ku, ev konferanseke Kurdistanî ye û got: “Pêvajoyeke çareseriyê heye û  di vê pêvajoyê de  helwesta gelê Kurd çawa ye di vê konferansê de wê derkeve holê.”

 Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar şevê din ku beşdarî Bernameya Sêla Sor a Nûçe TV bibû têkildarî Konferansa Yekîtî û Çareseriyê ya li Bakûrê Kurdistanê îro destpê dike pirsên rojnamevan  Gunay Aslan bersivandin. Aydar di axaftina xwe de helwesta Tevgera Azadiya Kurdistan a ji bo beşdariya konferansan got ku,  nêrîna Tevgera Azadiya Kurdistan ev e; her kesê bi pirsgirêka Kurd ve eleqedar e û xwe eleqedar dibîne dikare were di konferansê de nêrînên xwe bîne ziman û wer berdewam kir: “Li ser navê Kurdan kî hebe, fikra wan çi be,  di kîjan çarçoveya bîrdozî de lê binêrin bila binêrin, kî bêje di vê mijarê de gotina min heye, bila werin. Em li vir projeyeke hevpar çêbikin. Û deynin pêşiya hukûmetê.”  

Aydar li ser pirsa Gunay a beşdariya beşên civakê ya ji bo konferansê jî got ku ji bilî HAK-PAR û Huda-Par ku ew jî hatibûn dawetkirin lê qebûl nekiribûn, ji her beş, bawerî û rêxistinên sivîl wê beşdarî konferansê bibin. Di derbarê mijara konferansê ya bi taybetî ku li Amedê tê lidarxistin jî wiha got,  “Konferans ku li Amedê tê lidarxistin girîng e. Tevgera siyasî û civakî ya Kurd, nûnerên civakên sivîl, rûspî,  kesên di nav civakê de xwedî gotin û  kesên di vê mijarê de xwe berpirsiyar dibînin dikarin werin gotina xwe bêjin.” Li ser armanca konferansê jî Aydar got, “Pêvajoyeke çareseriyê heye. Û di vê pêvajoyê de helwesta gelê Kurd çi ye, di aliyê  siyasî yanî çareseriyê de, di mijara îrade, rêveberî, qeder,  qanûn, destûra bingehîn û hwd. di mijarên Kurdan eleqedar dikin de wê biryareke hevpar di vê konferansê de derkeve holê.”

AMED NAVENDEK E Û  KURDISTAN WELATEK E

Aydar li ser pirsa Aslan a çi hin kesên tevlî konferansa li Enqereyê bibûn çi jî hin kesên pêvajoyê destek dikin nêrînên wek, jixwe li Enqereyê konferans çêbû ma çi pêwîst e li Amedê jî çêbibe got, “Gelê Kurd wek nasname û îrade gotinên ku li Tirkiyeyê û yên bi taybetî li Kurdistanê di nav xwe de bêjin hene.  Her wiha rewşa îradebûyîna wan jî heye. Di vê konferansê de ne tenê gelê Kurd, Asûrî, Ermenî, Ereb, Tirkmen; dîsa baweriyên cuda  jî wê cihê xwe bigirin. Lewma di çarçoveya Bakurê Kurdistanê de Konferanseke Kurdistanî ye. Ev nêrînên van derdoran dişibin gotinên wek ‘Elhamdullah em hemû Misliman in. Em hemû sosyalîst in. Ma çi pêwîst î bi nasnameyên cuda yên etnîk û olî hene û çima hûn derdixin pêş?’ Amed navendek e û  Kurdistan welatek e. Kurdistanî dixwazin têkildarî biryara çarenûsa xwe nîqaşan bikin û li gorî  wê jî biryaran bigirin û pêk bînin. Lewma di vê çarçoveyê de di dîroka me de yekemîn e.”

Aydar wiha berdewam kir: “Konferans ne ku wê bicive û belav bibe wê tevayî pêvajoyê bişopîne û bi rê ve bibe. Ev pirr girîng e. Divê her kes li gorî wê helwesta xwe nîşan bide.”