Aydar: Em ji bo hilbijartin û Rojava bixebitin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Aydar di kongreya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Belçîka de axivî. Aydar banga bihêzkirina xebatên hilbijartinê û piştgiriya ji jinûve avakirina Rojava kir.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Aydar di kongreya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Belçîka de axivî. Aydar banga bihêzkirina xebatên hilbijartinê û piştgiriya ji jinûve avakirina Rojava kir.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Belçîka, Duyemîn Kongreya xwe li dar xist. Di kongreya li Navenda Civaka Demokratîk a Liège pêk hat, endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Hevserokên KCD-E Murat Ceylan û Dilşa Osman û gelek delege amade bûn.

'PÊWÎST E GELÊ ME XEBATÊN HILBIJARTINAN BIHÊZ BIKE; TEVLÎ AVAKIRINA ROJAVA BIBE'

Aydar pêvajoya siyasî nirxand û destnîşan kir ku di merheleyeke dîrokê re derbas dibin. Aydar bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 7’ê Hezîranê û diyar kir ku bi xwegihandina her beşa civakê re divê xebat bên bihêzkirin.

Aydar got: "Rêber Apo, li herêmê ji bo jinûve avakirina jiyaneke demokratîk û azad a tevayî beşên civakê re hewldaneke bêhempa da. Lê AKP ligel ku ev hewldan bi qasî hat xwestin nenirxand hê jî di polîtîkayên xwe yên berê de israr dike.”

Aydar bal kişand ser Şoreşa Rojava û got, "Têkoşîna me ya esasî niha destpê dike. Parastin û avakirina Rojava, parastin û avakirina Kurdistanê ye. Pêwîst e tevayî gelê me bi hemû hêza xwe tevlî vê pêvajoyê bibe.”

Di hilbijartinê de ji bo Hevserokatiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Belçîka, Nadîre Aslan û Mustafa Kumral hatin hilbijartin.

Kongre bi dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

...