Axaftina hilbijartinê ya dawîn a Demîrtaş

Namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê ku di girtîgehê de ye,di axaftina xwa ya di TRT Haberê de qala projeyên xwe kir.

Namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji siyasetê heta ekonomiyê, ji kêşeyên civakî heta edaletê qala krîzên li Tirkiyeyê û awayê çareserkirina wan kir.

DEYNÊ DERVE BÛYE 454 MILYAR

Axaftina Demîrtaş wisa ye:

“Îroj kêşeya herî cîdî ya li pêş me, krîz, hejarî, bêkarî, tunebûna demokrasiyê û doza Kurdan e. Tekane rêya rizgarbûna ji van tiştan ev e ku, hilberîn were zêdekirin. Heta ku em di warê çandinî, senayî, sewalvanî, masîvanî, tûrîzm û teknolojiyê de hilberînê zêde nekin, em ê li destê kesên derve binihêrin. Îroj deynê Tirkiyeyê yê derve bûye 454 milyar dolar.

EM Ê SERMAYEYÊ LI COTKAR Û ESNAFAN BELAV BIKIN

Ev qas pere gelo ji bo fabrîqe, erd, hilberîn û kedê hate xerckirin? Na. Ev pere ji bo qesrên luks û şatafatê hate xerckirin. Em ê derfetên malî yên di destê xwe de li esnaf, cotkar û hilberîneran belav bikin. Ji bo berhemên zêde em ê piştgiriya mazot û gubreyê bidin cotkaran. Em ê derfetên bazar û firotinê amade bikin, da ku karibin berhemên xwe bifiroşin. Em ê simsar û komîsyonvanan ji holê rakin û bi rêya kooperatifan pergaleke baş ava bikin. Em ê heman pergalê ji bo sewalvanî û masîvaniyê jî pêk bînin. Em ê piştgiriya cîddî bidin tûrîzma ji bo Behra Reş, Kapadokya, Riha, Mêrdîn, Qers, Semsûr, Wan û Amedê.

EM Ê 50 HEZAR TL KREDIYA BÊFAÎZ BIDIN ESNAFAN

Ji bo ku em şansekê bidin esnaf û KOBÎ’yan û wan tevlî hilberînê bikin, em ê deynê cotkaran paqij bikin û pereyê mayî li mehan belav bikin. Em ê 50 hezar TL krediya bêfaîz bidin esnaf û cotkaran û ji bo karkerên ku ew ê li ba wan bixebitin jî em ê piştgiriya bac û sîgortayê bidin. Di heman demê de em ê piştgiriya enerjiyê jî bidin wan da ku hilberînê bikin

EM Ê ENERJIYA ALTERNATÎF AVA BIKIN

Ji bo ku di warê enerjiyê de ji bo ku çavê me ne li derve be, em ê li hemberî gaza xwezayî, petrol, komir û enerjiya nukleer li her tax , navçe û bajaran santralên rojê ava bikin.

EM TAWÎZÊ NADIN CIHÊKIRINA HÊZAN

Em tawîz nadin cihêkirina hêzan. Em ê daraz û dadgeriyê, ji zextê rêveberiyê rizgar bikin. Dadger wê bi adilane û wekhev nêzî her kesê bibin. Em ê dadgeriyê ji bin fermana siyasetmedaran rizgar bikin. Sîstema dadgeriyê wê ne li ser ferman, wê bi edalet biryar bide. Em ê sîstemeke bi edalet û bê alî ava bikin.

DAHATA ABORÎ YA KESÎ Û HEQÊ TEQAWÎTBÛYAN WÊ 3 HEZAR TL BE

Em ê dahata aborî ya kesî û heqê teqaqîtbûyan bikin 3 hezar TL. Em ê baca li ser hilberîna tê kirin kêm bikin. Em ê rêveberiyeke ku mafê kedkaran dide û diparêze ava bikin. Em ê hemû astengiyên li pêşiya rêxistinakirina sendîkayan rakin. Ji bo ciwanan, her mehê karteke ku 500 TL bardike, Kerta Ciwanan belav bikin.

EM Ê DAWÎ LI TEŞERON Û XEBATA BÊ EWLEKARÎ BÎNIN

Em ê dawî li karkeriya tejeron, şêwaza xebata bi peyman û bê ewlekarî bînin. Em ê karkeriya bi kirê dawî bikin. Em soz didin 120 hezar welatî û malbatên wan ên bê maf bi BHQ’ê ji kar hatine dûrxistin, em ê bi lezgîn dawî li Rewşa Awarte bînin, hemû mexdûryeta wan bi dawî bikin. Ji bo kesên bê sûc û guneh di girtîgehan de ne yan jî hikûmxwarî ji bo ji nû ve têkeve nava jiyana civakî, qanûnên nû çêbikin, di rêjeyeke diyar de em ê girtîgehan vala bikin.

DESTÛREKE BINGEHÎN A AZADÎXWAZ Û SIVÎL

Em ê pêşiya van hemûyan bi Destûreke Bingehîn a azadîxwaz û sivîl vekin. Mafê astengdaran, mafê zarokan, mafê Kurdna, Elewî, Sunî û baweriyên din hemû mafê wan ên demokratîk bi vê Destûra Bingehîn em ê biparêzin û bixin bin ewlehiyê.

JI BO JIYANEKE AZAD Û WEKHEV A JINAN TEDBÎRÊN PÊWÎST EM Ê BIGIRIN

Li her qad jiyanê ji bo jin bi awayeke azad û wekhev, tedbîrên Destûra Bingehîn, rêveberî û tedbîrên pratîk em ê bigirin. Tu kes ji ber şêweyê jiyana xwe, wergirtina xwe nayê cihêkirin, zext lê nayê kirin. Di hikûmeta me de wê wezîr herî kêm ji nîvê wê ji jinan pêk bê. Di Destûra Bingehîn a nû de, herî direng di nava du salan de em ê derbasî sîstema parlemeter a demokratîk a herî bi hêz û rêvbeberiyên herêmî yên bihêz bibin. Pirsgirêka Kurd jî, pirsgirêka şided û çekê jî wê bi dawî bibe. Em ê aştiyeke ku navenda Wê TBMM be ava bikin.

BÊ AŞÎTÎ Û DEMOKRASIYÊ TI PIRSKIRÊK ÇARESER NABE

Ji ber ku aşîtî nebe, demokrasî nebe ti pirskirêk çareser nabin. Ji bo di  dewletê me de aşîtî û demokrasî pêşbikeve,divê HDP di meclîsê de cihê xwe bigre. Eger ku HDP nekeve meclîsê bendava herî mezin a cîhanê ya sedî 10 derbasneke ne tenê HDP vê rewşê zirar dibîne hemû meşa demokrasiyê ya Tirkiyê wê derbekî mezin bixwe. Wê AKP bi  bêneheqiyekî mezin ve 80 parlementerê HDP’ê xesp bike. Ev wê him di nûnertiya beşdarbûnê de bêedaletê hem jî wê di astekî cidî de zirarê bidê aramiya Tirkiyê. Bi vê ve girêdayî wê aboriya Tirkiyê hîn zêdetir xirabibe. Ji ber vê jî ew benda ku dane pêşiya HDP’ê divê were derbas kirin, ev ji bo pêşeroja me hemûyan girîng e. Ger ku HDP wenda bike wê hemû Tirkiye wenda bike. Xwedî derketina li HDP’ê tê wateya xwedî derketina demokrasiyê .

EM Ê WE BI ÎNSAFA KAPÎTALÎZMÊ RE NEHÊLIN

Em bi piştgiriya we ve ger ku di meclîsê de piraniyê dest bixin û serokkomariyê qezenc bikin ev yek wê bandora xwe li ser aboriyê jî bike, wê bibe sedema zindîbûna aboriyê. Bi hatina me ya li ser erkê ve wê hewayekî erînî derkeve holê,  ev jî bi xwe re kêmbûna dovîzê bîne. Piştre bi gavên me ve em ê di demekî kurt de kombûnekî çêbikin. Em vê yekî jî bê ku we bi însafa kapîtalîzmê re bêhêlin em ê bikin. Ji ber ku kapîtalîzm dikûje. Kapîtalîzm zeytûnê me, çemên me, zozanê me, mîrasa me ya dîrokî-çandî hemûyan dikûje. Kapîtalîzm evîna me, biratiya me, hevaltiya me, xizmtiya me, çanda me hemûyan dikûje.

PERGALEKÎ KU BINDESTAN,HILBERANDINÊ ESAS DIGRE EM Ê AVA BIKIN

Em ê li hemberê pergala kapîtalîst a ku pere hêza herî mezin dibîne serî netewînin. Em ê Tirkiyê ji dewletê derve qûtnekin, di aboriyê de dengbûn û qeyrana dernexînin pergalekî ku kedkaran, bindestan û hilberandinê esas digre avabikin. Em ne pergala kapîtalîzmê pergala ku gel esas digre demokrasiyê esas digre, pergalekî hevbeş, hevpar avabikin.

DI POLÎTÎKA DERVE DE EMÊ DÎYALOGÊ XETA ÇÊKER Û AŞITIYÊ ESAS BIGRIN

Di polîtîka derve de em ê dîyalogê xeta çêker û aşitiyê esas bigrin. Em ê di aliyekî de li  dijî mûdaxaleyên emperayal yên ku di herêma me de diqewimin derkevin, di aliyê din de jî em ê bi hemû gelan re li ser baweriyê têkiliyên xwe pêş bixin. Em ê seknekî ku aliyê bindestaye nîşan bidin. Em ê ji bo çareseriya hundir a Sûriyê pêvajoyekî bidin derstpêkirin. Kijan birayên me yên Sûriyeyî dixwaze biçin welatên xwe em ê pêşiya wan vebikin.

Bi wî wesileyê,  ez ji niha ve ew welatiyên ku wê 24’ê hezîranê biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin pîroz dikim. Ev hilbijartin ji bo gel û welatê me hilbijartinek xêrê be înşalah. Ez hemû hilbijêran dewetê dengê xwe bikar anîn û parastinê dikim. Gelê welatê min ez we hemûyan pir hezdikim û hêvîdarim di demekî kurt de em ê hevdu rû bi rû bibînin. Bi hêviya rojên azad, xweş û bi ewle  dubare ez we hemûyan silav dikim.