Awûstûrya: Li dijî Tirkiyeyê divê pêkanîn bên nîqaşkirin

Wezîra Karên Derve ya Awûstûryayê Karolîne Edtstadler diyar kir ku Yekîtiya Ewropa divê li dijî Tirkiyeyê bi rengekî eşkere pêkanînan nîqaş bike.

Civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê ku wê bi giranî pirsgirêka Tirkiyeyê lê bê nirxandin, diviyabû 24-25'ê Îlonê bihata lidarxistin. Lê belê piştî ku ji derdora Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel kesekî bi vîrûsa koronayê tespît bû, civîn ji bo 2'ê Cotmehê hate taloqkirin.

Wezîra Karên Derve ya Awûstûryayê Karolîne Edtstadler ji malpera Eûactîv re li ser vê civîna bilind axivî û got, "Eşkere ye ku em helwesta Ewropayê ya têkildarî Çîn û Tirkiyeyê nîqaş bikin. Awûstûrya li xwe digire ku hemû alternatîfên pêşkêşî maseya danûstandinan hatine kirin û danûstandinên endametiyê yên bi Tirkiyeyê re tên meşandin bi dawî bike."

Ji bo pirsa "Gelo nêzîkatiya Enqereyê ya li rojhilatê Derya Spî dikare bêceza bê hiştin?" Wezîra Awûstûryayê wiha bersiv da: "Eşkere ye ku dewlet nikare mafên mirovan binpê bike û fîloya şer bi cih bike. Di vê çarçoveyê de Dewletên Endam bi wê yekê piştrast in ku bi hevdengî aloziyê sivik bikin. Lê belê pêkanîn jî di nav de divê hemû alternatîf bên nirxandin. Awûstûrya ji sala 2016'an ve alîgirê wê yekê ye ku danûstandinên ji bo endametiyê bên bidawîkirin. Tirkiye ji wê demê ve ji nirxên Ewropayê dûr diket."