Awûstûrya: Divê demildest muzakereyên bi Tirkiyê re bidawî bibin

Serokwezîrê Awûstûryayê Sebastîan Kurz got divê muzakereyên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên bi Tirkiyê re bêyî ku bi derengî bikeve divê bi dawî bibe.

Serokwezîrê Awûstûryayê Sebastîan Kurz ku Tîrmehê hatî ser seroktiya demê ya YE’yê ji rojnameya Yewnan Kathîmerînî re daxuyaniyên girîng dan.

Kurz bal kişande ser muzakereyên YE’yê yên bi Tirkiyê re û got, ‘’Muzakereyên YE’yê yên bi Tirkiyê re, bêyî ku bi derengî bikevin divê werin rawestandin. Tirkiye tim ji Ewropayê û nirxên wê dûr dikeve. Her wiha di navbeyna YE’yê û Tirkiyê de li ser hîmê cirantiyê ji bo ku vebijêrkên dî yên hevkariyê werin dîtin divê bala xwe bidinê.’’

Awûstûrya ji destpêkê ve li dij e ku Tirkiye endamê YE’yê be.