Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Sozdar Avesta derbarê mijarên di rojevê de û bi taybet komkujiya Parîsê nirxandinên girîng kirin û got: “Ya rast ev du mehe hevala me Sakîne gav bi gav hatiye şopandin, çûye ku derê, çi kiriye... Ji ber ku eger nehatiba qetilkirin, wê piştî du sê rojan hatiba welêt. dê vegeriyaba çiyayên Kurdistanê...Îhtîmaleke mezin ev yek dizanîn. Em difikirin ku komkujî ji berê de hatiye plankirin."
Endama Komîteya Rêveber a PKKê Sozdar Avesta der barê mijarên di rojevê de ji rojnamevan Erdal Er re axivî. Sozdar Avesta der barê qetilkirina yek ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, berpirsa KNKê ya Firansayê Fîdan Dogan û Endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez de nirxandinên giring kirin.
Avesta di destpêka nirxandina xwe de bal kişand ser kesayeta Sakîne Cansiz ya têkoşer, coş û kelecana wê ya azadiyê û diyarkir Cansiz ji ber van taybetmendiyên xwe bûye hedef.
"Cihê hevala Sakîne yê di nava tekoşînê de, ked û tekoşîna wê ya zêdeyî 40 salan ji bo me xwedî wateyeke cuda ye. Hevala Sakîne di tekoşîna azadiya Kurdistanê de Efsaneyek bû. Beriya ku gelek ji me tekoşînê binasin, berxwedana Heval Sakîne Cansiz, sekna wê ya di nava tekoşînê de, helwesta wê ya bi îrade, bi taybet berxwedana wê ya li girtîgeha Amedê çawa ku bandor li hemû civaka kurd kir, herî zêde jî bandor li me jinan kir.
Yên ku ev komplo plan kirine, dema ku ev hedef danîne ber xwe, hesab kirine ka wê encameke çawa bi xwe re bîne... Xwestine derbeyeke mezin li me bidin... Yek ji du jinên ku di damezrandina PKKê de cih girtine. Tevgera azadiya jinê, di xeta heval Sakîne de pêş ketiye. Em hemû şopdarên wê ne. Dema dijiya jî yek ji kadroyên pêşeng a tekoşînê û rêbereke tevgera jinê bû."
Avesta diyar kir di vê komkujiyê de bi taybet hedefgirtina Sakîne Cansiz gelek peyaman da: "Ya yekem û peyama herî giring, li dijî xeta azadiya jinê ya rêbertiya me derbeyek e. Rêber Apo ev komkujî weke duyem komkujiya Dersimê bi nav kir... Dixwazin komkujiya Dersimê ya duyem bi kurdan bidin jiyîn...Dema ku em rewşê binirxînin, ne çareserî, lê zêdetir li dijî me planeke tasfiyeyê heye. Konsepta wan a tasfiyê di dewrê de ye. Dixwazin bi piştgiriya hêzên navnetewî vê konseptê rewa bikin... Li Parîsê qetilkirina sê jinên kurd ne tiştek hêsane. Operasyoneke hevbeş a gladyoya tirk, ergenoka kesk û hêzên îstîxbaratê yên navnetewî ye."
Avesta bal kişand ser nirxandinên rayedarên AKPê û got bi van daxuyaniyan xwestin hedefê şaş bikin û wiha got:
"Ya rast ev du mehe hevala me Sakîne gav bi gav hatiye şopandin, çûye ku derê, çi kiriye... Ji ber ku eger nehatiba qetilkirin, wê piştî du sê rojan hatiba welêt. dê vegeriyaba çiyayên Kurdistanê...Îhtîmaleke mezin ev yek dizanîn. Em difikirin ku komkujî ji berê de hatiye plankirin."
Avesta xwest Fransa demek ji ya din zûtir, bêy fikar û berjewendiyên aborî bigire ber çavan û vê mijarê bi awayekî zelal derxe holê.