AvEG-Konê biryar da ku piştgiriya bi Efrînê re xurtir bike

Di kongreya 7. a AvEG-Konê de biryar hate dayin ku kampanya piştgiriya bi gelê Efrînê re xurt bikin.

Konfederasyona Koçberan a Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) bi şiyara "li dijî êrîşkarî, nîjadperestî û faşîzma emperyalîst xwedî li saziyên xwe derkeve, xwe bi rêxistin bike" li bajarê Frankfurtê yê Elmanyayê kongreya xwe ya 7. li dar xist. Kongre di roja dudiyan de ye.

Di rûniştina destpêkê ya roja duyemîn de rêzikname hate guhertin û li gorî vê yekê, Hevserokên AvEG-Konê herî zêde dikarin du serdeman bên hilbijartin.

Piştî nîqaşên li ser rêziknameyê, pêşnûme biryarên li ser karên siyasî yên heta kongreya 8'an bên kirin hatin pêşkêşkirin û nîqaşkirin.

Biryar hate dayin ku kampanya piştgiriya bi gelê Efrînê re bê xurtkirin û li dijî şer û dagirkeriyê kampanyayek ji bo koçberên li Ewropayê bê destpêkirin.

Kongre wê bi hilbijartina endamên desteya delegeyan û desteya kontrolê bidome.